Du xebatkarên PÇDK’ê bi kefaleta 10 milyon dînar berdan!
Du xebatkarên PÇDK’ê bi kefaleta 10 milyon dînar berdan!
Du xebatkarên PÇDK’ê bi kefaleta 10 milyon dînar berdan!
Asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê PDK’ê di 26’ê Kanûnê de du xebatkarên Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistanê PÇDK li bajarê Zaxo ji ber sedemê siyasî bi awayekî veşartî binçav kirin. Îro bi awayekî nîvrih bi kefaleta 10 milyon dînar hatin rizgar kirin.
Piştî ku du endamên Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistanê PÇDK’ê yên binavê Hesen Salih Reşîd û Kurê wî Ehmed Hesen, li bajarê Zaxo ji aliyê hêzên asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê PDK’ê ve di 26’ê Kanûnê de li nava bazara Zaxo hatin binçavkirin, piştî 4 rojan dibin êşkence û lêdanê de man, bi kefaleta 10 milyon dînarê Iraqê hatin berdan.
Di derbarê bûyerê de Hesen Salih Reşîd daxuyaniyekî ji bo malpera taybet a PÇDK’ê da û wiha got: “ Hêzên asayîşê linav bazara Zaxo kurê min Ehmed bi awayekî veşartî wenda kirin. Piştî ku min xebera wê bihîst, ez bi xwe çûm asayîşê ji bo ez rewşa wî bi pirsim ka ji ber çi kurê min girtine. Dema ku ez çûm, jimin re gotin tû bavê Ehmedî? Min jî got belê. Piştî min wisan got ferman dan ku min bigirin. Bi awayekî dijmirovane destên min kelemçe kirin û bê rêzî lihemberî min kirin. Êş û êşkence bimin kirin. Dema ku minjî xistin cem kurê min, min dît ku ew jî gelek êşkence û bê rêzî lê kirine.”
‘TENÊ SUCÊ ME HELGIRTINA WÊNEYÊ RÊBER OCALAN BÛ’
Hesen Salih di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku tenê jiber ku wana wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ligel xwe hilgirtine û rozetên Ocalan bixwe ve kirine, hatine girtin. Hesen Salih di derbarê 4 rojên di zindanê de derbazkirî de wiha dibêje; “ Tenê sucê me ewbû ku me wêneyê Rêber Ocalan hilgirtiye û rozetên Ocalan bixwe ve kirine. Me di girtîgehê de 4 roj dest bi gireva birçîbûnê kir. Dixwestin bi zorê xwarin bidin me. Lê belê me dev ji helwesta xwe neberda, endamên asayîşê tevî hemû êşkence, bêrêzî û ji henekpêkirinê bigre heya bêrêzî kirina lihimberî fikr û rêbertiya me. Bi hemû awayekî hewl didan em liser xwe qebûl bikin. Ev hemû kiryarên çar rojan yên asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê bûn.”
‘DADGER JIMERE GOT HUN TERORÎSTIN Û PIŞTGIRIYA TERORÎSTAN DIKIN’
Xebatkarê PÇDK’ê Hesen Salih Reşîd di berdewama axaftinên xwe de behsa helwesta dadgehê dike û wiha dibêje; “ Me birin dadgehê û liwir em xistin ber lêpirsînê. Binav dadgeh bû, lê hemû kesên liwir rûniştîn, endamên Partîbûn. Hemû kesên liwir derketin tenê ez kurê min û dadwer man. Dadwer ji mere got, ‘ Hun terorîstin, alîgiriya terorîstan dikin, hûn hewil didin ezmûnên me xerabikin.’ Helwesta dadgeh ji ya endamên asayîşê hîn bêrêztir bû ne kêmtir bû. Di dawî de jî piştî ku dîtin em liser xwe tiştek qebûl nakin, bi kefaleta 10 milyon dînarê Iraq’ê me berdan.”
‘EGER HUN JI BO MEDYAYÊ VAN TIŞTAN BÊJIN HUN BIXWE BERPIRSIN’
Di derbarê bûyerê de Ehmed Hesen jî gotinên bavê xwe piştrast kir û wiha got: “ Ez dinava bazarê de bûm, hêzên asayîşê bi awayekî namirovane êrîşê min kirin û ez binçav kirim. Piştî hemû bêrêzî, lêdan û îşkenceyê jiminre gotin, ‘ Pêwîste hûn êdî wêne,poster û rozetên Ocalan ne hilgirin û bilind nekin. Hûn terorîstin, pêwîste hûn dev ji PÇDK’ê berdin, hûn çi bixwazin bêjin emê ji bo we bikin.’”
Di dawiya daxuyaniya xwede Hesen Salih diyar kir ku, hem asayîşê hemjî dadgehê gef li wan kirine û jiwanre gotiye; “ Nabe ku hûn ji bo tû qanalek ya ragihandinê liser bûyerê biaxivin, eger bi axivin di dawîde hûn bixwe dibin berpirsên xwe.”