Du sal in agahî ji 2 ciwanên Kerboranî nayên girtin
Du sal in agahî ji 2 ciwanên Kerboranî nayên girtin
Du sal in agahî ji 2 ciwanên Kerboranî nayên girtin
Ji meha Sibata sala 2012’an ve agahî ji 2 ciwanên Kerboranî yên ku ji Mêrdînê ji bo biçin Kanadayê ketin li ser rê, nayên girtin.
Ciwanên bi navê Weysî Oral û Huseyîn Ozkan, di maha Sibata sala 2010’ande ji Tirkiyê veqetiyan û çûn welatê Başûrê Amerîkayê Bahamayê.
Piştî ku li Bahamayê ji aliyê xizmekî xwe ve li otelê hatin pêşwazîkirin, di 26’ê Sibata sala 2012’an de bi 19 welatiyên Jamaîkayê re li qeyikekê siwar bûn, lê ji wê rojê ve hay ji wan nîne.
Xizmên ciwanan dan xuyakirin ku xizmên wan yên li Bahamayê bi polîsan re dixebitin. Xizmên Oral û Ozkan ji serlêdanên li polîsan kirin de qet encamek bi dest nexistine. Xizmên Oral û Ozkan yên bi Wezaretê re jî hevdîtin pêkanîn, rastî gefên “vir biterikînin“ hatine. Xizmên Oral û Ozkan dan zanîn ku, îhtimal hene ku polîs jî li gel şebekeyê kar dikin.
Malbatan diyar kirin ku li rexmê ku berê wan serî li balyozxaneya Tirkiyê jî dane, ji ber ku ew Kurd in tiştek nehatiye kirin. BDP’ê bi pêşniyarpirsekê mijara windabûna du ciwanên Kurd bir meclisê. Lê belê heta niha ti bersiv nehatiye dayîn.
'DIBE KU JI ALIYÊ MAFYAYA ORGANAN VE HATIBIN REVANDIN’
Li gorî xizmên wan “yan ji aliyê mafya organan ve hatine revandin, yan jî li cihekê bi darê zorê dana xebitandin, hatine girtin.” Lê belê tişta balkêş jî piştre pek tê. Cizdankê ciwanekî windabîyî li okyanusê tê dîtin. Ji aliyê polîsan ve parçeyekî goşt yê ku tê goman kirin yê mirovane jî dîtîne. Malbatan anîn ziman ku cizdank niha li gel FBI’yê ye.
KURDISTAN, BAHAMA, DYA, KANADA...
Li Kurdistanê gelek kes dikevin li ser rêwitiyek encama wê ne diyar. Ji ber ku vîze pêwist nake derbasî welatên wek Bahama yan jî Kubayê dibinş Li wir ji bi qeyikan derbasî bajarê DYA’ê Miamiyê dibin. Li DYA’ê dema ku tên girtin daxwaza penaberiyê dikin.
Eger neyên girtin jî piranî tercîha Kanadayê dikin.