Du kesên êrîşî HDP’ê kirin hatin girtin

Li Mîlasê şevê din komek camên buroya hilbijartinê ya HDP'ê şikandin. Êrîşkar piştî nasnameyên wan hatin tespîtkirin hatin binçavkirin.

Li Mîlasê şevê din komek camên buroya hilbijartinê ya HDP'ê şikandin. Êrîşkar piştî nasnameyên wan hatin tespîtkirin hatin binçavkirin.

Li navçeya Mîlasa Muglayê şevê din komekê camên avahiya buroya hilbijartinê ya HDP'ê şikandin û dawiyê ji avahiyê veqetiyan. Polîsên ku hatin cihê bûyerê li kameraya avahiyê temaşe kirin û nasnameya wan tespît kirin. Piştî tespîtkirina nasnameyan 2 êrîşkar ji hêla polîsan ve hatin binçavkirin. Êrîşkar birin Midûriyeta Polîsan a Mîlasê.