DTSO alîkariya xwarinê da Kobaniyan

DTSO alîkariya xwarinê da Kobaniyan

Ji 180 hezar Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyê dijminê mirovahiyê neçar mane koç bikin 48 hezar jê li Pirsûsê di binê konan de hewl didin jiyana xwe bidomînin.

Bi hatina demsala zivistanê re, Koordînasyona Krîzê ya Kobanê banga alîkariya lezgîn kir. Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) jî li gorî vê banga seferberiyê tevgeriya û beriya dijwarbûna mercên zivistanê, alîkariya xwarinê ji Kobaniyan re şand.

Di kampanya alîkariyê ya komîsyona bi koordînatoriya Serokatiya Meclîsa Komên Pîşeyî ya DTSO tê meşandin de destpêkê 3 ton birinc, 3 ton nîsk, 3 ton fasûlye, 10 ton savar a bi şehîre, 100 heb rûnê şele yê ji 18 kîloyî, 5 ton nok, 4 ton penêr û 5 ton zeytûn radestî depoya Rojava ya li Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê hat kirin, ku ji bo Kobanê û Şengalê hatiye avakirin.

Serokê Meclîsa DTSO Celalettîn Bîrtane li ser navê Komîsyona Alîkariya Kobanê axivî û got, "Me alîkarî bi rêya komîteyên pîşeyî kom kir. Endamên van komên pîşeyî li gorî hêza xwe destek dan vê kampanya alîkariyê."

Bîrtane da da zanîn ku pereyê endamên wan ji bo kampanyayê dane, wan li xwarinê xerc kirine û got, "Di mehên zivistanê de pêwîstî zêde dibin. Me jî li gorî şert û mercên demsala zivistanê alîkariya xwarinê kirin." Bîrtane da xuyakirin ku alîkarî berpirsyariyeke wijdanî ye û ji her kesî xwest, ku li gorî hêza xwe destekê bide.