Dr. Gergerlîoglû: Bihêlin bila kedkarên tenduristiyê bixebitin

Parlamenterê HDP'ê Farûk Gergerlîoglû xwest, 15 hezar kedkarên tenduristiyê yên bi biryarnameyê ji kar hatibûn derxistin ji nû ve tevlî kar bên kirin û got, ev yek mijareke ku mirovahiyê eleqedar dike.

Gelek pispor dibêjin ku tevdîrên li Tirkiyeyê li dijî vîrûsa koronayê hatine girtin kêm in. Di vê demê de ku felaket li ber derî ye, yek ji karê ku divê destpêkê bi lezgînî bê kirin ew e ku 15 hezar kedkarên tenduristiyê yên di dema Rewşa Awarte de bi biryarnameyê ji wezîfeyê hatibûn girtin ji nû ve tevlî kar bên kirin. Lê belê tevî pêwîstiya bi personelên xwedî tecrûbe, hikumet di vê mijarê de gavek neavêtiye.

Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû diyar kir, mijara dûrxistina ji kar a bi rêya biryarnameyan ku bi salan e ji aliyê raya giştî ve tê bilêvkirin, bi pandemiyê re eşkere bû ku çiqasî girîng e. Gergerlîoglû got, "Mijara biryarnameyan bi salan e em tînin rojevê, lê bi pandemiyê re careke din eşkere bû ku çiqasî girîng e. Li Tirkiyeyê ji xwe kêmaniya kedkarên tenduristiyê hene. 15 hezar kedkarên tenduristiyê, doktor, endamên servîsa lezgîn ji wezîfeyê hatin dûrxistin. Niha şewbek heye û di vê mijarê de Wezîrekî Tenduristiyê heye ku dereng maye. Wezareta Tenduristiyê piştî 10 Adarê kete rewşeke welê ku nizane çi bike. Civînan li ser civînan çêdike, lê belê ji ber ku di bin sîwana Wezareta Tenduristiyê de kedkarên tenduristiyê yên xwedî tecrûbe nîne, tevdîr jî kêm dimînin."

CÎHAN LI KEDKARÊN TENDURISTIYÊ DIGERE...

Gergerlîoglû yê HDP'î destnîşan kir, doktorên pispor bi tecrûbeya xwe dikarin gelek kesî ji mirinê rizgar bikin û got, "Di nava yên ji kar hatin dûrxistin de gelek doktorên pispor hebûn. Her wiha zanyar jî hebûn ku li gelemperiya cîhanê gotarên wan dihatin bibîrxistin. Niha ev bêkar in, li gel vê yekê gelek doktor hene ku bi hincetên pûç li girtîgehê ne. Gelek mirovên ku ez bi xwe nas dikim li girtîgehê ne û ev mirov jî li qada xwe pispor in. Li şûna ku niha jiyana gelek mirovî rizgar bikin, li girtîgehê tên hiştin. Mixabin ev şaşitî jî tên dubarekirin.

Li şûna ku em sûdê ji tecrûbeyên van mirovan bigirin, bi vê şewbê re ku ji xwe em jê re ne amade bûn, ber bi rewşeke nebaş ve diçin. Divê 15 hezar kedkarên tenduristiyê tavilê tevlî karê xwe bên kirin. Spanya, Îngilistan, Elmanya û Norwêc bang li personelên tenduristiyê yên berê, yên îstifa kirine û yên teqawît bûne dikin ku dest bi wezîfeyê bikin. Li aliyê din DYE'yê bangeke wiha kir: Ji bo têkoşîna li dijî pandemiyê em bang li kedkarên tenduristiyê yên li her devera cîhanê dikin ku bên Emerîkayê. Em ê van derfetan bidin we, tenê hûn di têkoşîna dijî Covîd-19 de bi me re bin.

Lê belê dema ku em bala xwe didin ser welatê xwe, dibînin ku li şûna 15 hezar kedkarên xwedî tecrûbe tevlî kar bikin, wan bêkar dihêlin. Di nava wan de kedkarên tenduristiyê yên 20, 30 salan kar kirine û xwedî tecrûbe ne hene. Ez jî doktorek im ku ji karê xwe hatim dûrxistin, pisporê nexweşiyên sîngê me û 29 salan min kar kir. Eger îro ne siyasetmedar bûma, ez jî îro doktorekî ji kar hatibû dûrxistin bûm."

EV YEK ŞERMEKE MIROVAHIYÊ YE

Gergerlîoglû anî ziman ku hikumet di rewşeke wiha de jî hesabên siyasî dike, ku ev yek dikare rê li ber felaketeke giran veke û got, "Ev yek sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji ber ku meseleya îro tevahiya cîhanê û mirovahiyê eledar dike. Bihêlin bila ji bo mirovahiyê bixebitin. Di demeke wiha de ku pêwîstiya mirovan bi xizmet û agahiyan heye, dûrhiştina 15 hezar kedkarên tenduristiyê, helwesteke ku divê bê darizandin.

Eger sibe, dusib bi hezaran mirov mirin hingî ev ê bibe sûcekî di stuyê wan de û bi vî rengî wê li dîrokê bê nivîsandin. Mirovê jiyana xwe ji dest bidin, lê belê hinek jî wê neçar bin ku teqez hesab bidin. Ji her derdorê akademîsyen, kedkarên tenduristiyê, sendîkavan xwe digihînin min û dibêjin ku ew amade ne. Dibêjin, em bi dilxwazî bixebitin, lê belê di vê mijarê de gavek nehatiye avêtin."