Dozgeriyê têkildarî Komkujiya Soma îdîaname amade kir

Dozgeriyê têkildarî Komkujiya Soma îdîaname amade kir

Têkildarî komkujiya ku di 13’ê Gulana 2014’an de li di Kana Enyez a li Soma pêk hat dozgeriyê îdîaname amade kir. Îdîaname pêşkêşî dadgehê hat kirin. Dozgeriyê xwest 8 rayedarên girtî bi sûcê “bi qesta îxtîmala wê heye kuştina mirovan” 301 carî bên darizandin.

Serdozgeriya Komara Akhîsar, îdîanameya têkildarî komkujiya Soma pêşkeşî Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsar kir.

Serdozger Bekîr Şahîner, di civîna ku li Edliyeya Akhîsar de li dar xist, diyar kir ku lêpirsîna der barê cinayeta kar a 13’ê Gulana 2014’an de hatiye temamkirin û fezleke di 31’ê Cotmehê de ji serdozgeriyê re hatiye şandin.

Şahîner got ku îdîaname der heqê 8 jê girtî 45 kesan de hatiye amadekirin.

Di îdîanameyê de hat xwestin ku 8 kesên girtî bi sûcê ““bi qesta îxtîmala wê heye kuştina mirovan”  301 carî bên cezakirin, 161 carî jî bi sûcê “birîndariya giran”  bên cezakirin.

Serdozgeriyê ji bo darizandina wezîfedarên gelemperiyê yên di raporên pisporan de der heqê wan de gilî û îxbar hene destûr xwest.

Îdîanameya hat şandin wê di nav 15 rojan de bê lêkolînkirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran ve bê aşkerakirin ka hatiye qebûlkirin an na.