Dozgerê Elmanya yê li hemberî PKK'ê teqawît bû

Dozgerê Elmanya yê li hemberî PKK'ê teqawît bû

Dozgerê Federal Peter Mussig ê ku ji sala 1993'an û pê ve di çarçoveya qedexeya PKK'ê ya li Elmanya de lêpirsîn meşand û rê li ber darizandina gelek siyasetmedarên Kurd vekir, teqawît bû. Mussig yek ji navê girîng ê klînîka dijberiya PKK û Kurd a li Elmanya, bû.

Dozgeriya Federal a navenda wê li Karlsruhe ye da xuyakirin, ku dozger Peter Mussig ê lêpirsînê der heqê PKK'ê de dimeşîne, teqawît bûye. Ji bo Mussig, bi beşdariya Dozgerê Federal Harald Range merasîmeke xatirxwestinê hat ldarxistin.

Range li merasîmê axivî û îdîa kir ku Mussig ji bo cezakirina sûcên di çarçoveya qedexeya PKK'ê de hatine kirin û ji bo pêkanîna ewlekariya hundirîn a Elmanyayê, tevkariyeke girîng kiriye.

Mussig ê ji sala 1988'an û pê ve li Dozgeriya Federal dest bi kar kir, di sala 1991'ê de lêpirsînên li hemberî endamên îstîxbaratê yên rêveberiya Elmanya Rojhilat a berê, ku bi Elmanya Rojava re bû yek, meşand. Ji sala 2002'an û pê ve jî Mussig di çarçoveya qedexeya li ser PKK'ê ya di 26'ê Mijdara 1993'an de hat ragihandin, lêpirsînên Dozgeriya Federal dimeşand.

Lêpirsînên gelek siyasetmedarên Kurd ên bi îdîaya endam an jî rêveberê PKK'ê ne hatin darizandin, yekser ji aliyê Peter Mussig ve dihat meşandin.