Dozger seneryoya ‘paketên alîkariyê'’ nivîsî û HDP’î destgîrkirin
Li Ceyhanê 4 HDP’î bi hinceta ku paketên alîkariyê belavkirine hatin destgîrkirin. Dozger îdîaya kir ku ‘alîkarî dane PKK’yiyan’.
Li Ceyhanê 4 HDP’î bi hinceta ku paketên alîkariyê belavkirine hatin destgîrkirin. Dozger îdîaya kir ku ‘alîkarî dane PKK’yiyan’.
Pêkanînên operasyonên qirkirina siyasî ya desthilata AKP-MHP’ê bê navber dewam dike. Dewleta Tirk a piştevaniya civakî asteng dike, HDP’iyên ku paketên alîkariyê belav dike, kir hedefa propagandaya xwe ya reş.
Li Ceyhanê hevserokê HDP’ê y Cehyanê Seyfettîn Aydemîr jî di nav de 4 HDP’iyên ji bo îfadeyê çûn emniyetê destgîrkirin, paketên ku belavkirin bûn sedema lêpirsînê ya di derbarê wan de.
Serdozgerê Komarê yê Ceyhanê di derbarê Hevserokê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) a Ceyhanê Seyfettîn Aydemîr û rêveberên navçeyê Sabrî Dûman, Şahîn Dorak û Umît Dorak de koliyên alîkariyê yên belav kirin, kir hincet û bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn da destpêkirin.
Dozger îdîa kir ku paketên alîkariyê HDP’iyan dane PKK’yiyan. Di çarçoveya lêpirsînê de 4 HDP’î ji aliyê polîsan ve ji bo îfadeyê ji bo Midûryeta Emniyeta Ceyhanê hatin vexwendin. Her 4 HDP’iyên çûn emniyetê bi fermana dozger hatin destgîrkirin. Îfadeya HDP’iyan a li emniyetê dewam dike.
Hevserok Aydemîr got: “Wisa zanin ku me paketên alîkariyê ya şaredariya Ceyhanê me daye rêxistina Hatay/Amanosê. Tam seneryoyeke ya komployê amadekirine.”