Dozger li dijî serbestberdana endamên Piştgiriya Taksîmê derket
Dozger li dijî serbestberdana endamên Piştgiriya Taksîmê derket
Dozger li dijî serbestberdana endamên Piştgiriya Taksîmê derket
Der heqê endamên Platforma Piştgiriya Taksîmê de ku di nav de Mucella Yapici jî hebû û roja Înê hatin berdan, dozgeriyê li dij derket û xwest, ji nû ve bên girtin.
Biryara dijderketinê wê ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran ve bê nirxandin. Hêjayî gotinê ye, Waliyê Stenbolê di 8'ê Tîrmehê de Parka Gezî bi 'merasîmekê' vekiribû û piştî du saet û nîvan hatibû girtin. Yên piştî vekirina çûn parkê, ji aliyê polîsan ve hatibûn derxistin û li Kolana Îstîklalê li destwerdanê hatibûn.