‘Dozên KCK’ê û yên çep nîşaneya yekîtiya AKP-Cemaetê ye’

Hiqûqnas Ercan Kanar da zanîn ku amadekarî tê kirin dozên Ergenekon, Balyoz û sûîqesta li hemberî Bulent Arinç ji HSYK re bên şandin, lê belê balkêş e di nava van dozên werin şandin de doza KCK'ê nîne.

Hiqûqnas Ercan Kanar da zanîn ku amadekarî tê kirin dozên Ergenekon, Balyoz û sûîqesta li hemberî Bulent Arinç ji HSYK re bên şandin, lê belê balkêş e di nava van dozên werin şandin de doza KCK'ê nîne. Têkildarî mijarê Ercan Kanar axivî û got: “Dema ku dozên KCK, Kurd û çep bi yên Ergenekon û Balyozê re bên cem hev di aliyê bêhiqûqî û dijhiqûqiyê de di dozên KCK û Kurdan bêhiqûqî 100 carî zêdetir e.  Di vir de cotstandardî mijara gotinê ye. Di vî alî de li dozger û dadgerên doza Ergenekon û Balyozê de lêpirsîn hatiye vekirin û têkildarî dozger û dadgerên dozên KCK’ê ti tiştek nehatiye kirin. Ev jî nîşaneya yekîtiya hemfikriya AKP’ê û Cemaetê nîşan dide.” Kanar banga peywirê li HSYK’ê kir.

Di bin navê operasyona KCK’ê de bi hezaran mirov bi talîmata AKP’ê û îdîanameyên derew ên midûriyetên polîsan ve hatin girtin û bi salan di girtîgehan de man. Lê ti kes behsa vê nake. Çi tiştên li dij hiqûqê hatin kirin, hem ji aliyê Cemaetê û hem ji aliyê AKP’ê ve bi hev re hat kirin. Parêzer Ercan Kanar bi lêv kir ku di vî alî de bêhiqûqî tenê li aliyekî barkirin, tê wateya xapandina qada cemawerî û got: “ Di vir de bi qasî cemaetê hikûmeta AKP’ê jî berpirs e. Ev bêhiqûqî tenê di dozên Balyoz û Ergenekonê de nehatin kirin, herî zêde di yên KCK’ê de pêk hatin. Têkildarî kesên ku dadgerî û dozgeriya wan dozan kirin de, ku di rastiyê de ti eleqeya wan bi dadgerî û dozgeriyê tinebû de, pêkneanîna ti lêkolînê wijdanan rehet nake. Dozên KCK’ê jî di nav de hemû lêpirsînên li gorî hinceta qanûnî ya Dadgeha Ceza û Têkoşîna bi Terorê ya hejmar 6529’an de li Dadgehên Rayeya Taybet, DGM û TMK’yan hat kirin, divê ji aliyê HSYK û Desteya Hiqûqa Zanistî de bê derbaskirin.”

HERÎ ZÊDE DI DOZÊN KCK, KURD Û ÇEP DE HAT KIRIN

Kanar da xuyakirin ku di dozên KCK’ê de ‘hiqûqa şer bi dijmin re’ hatiye pêkanîn û di pêkanîna sereke ya vê felsefeyê de jî feraseta ‘ Azadî dijmin, ewlehiya statukoyê her tişt e’ heye.
Kanar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi rêbaza xebitandina zîhîn re, hemû bernameyên rewa di çarçoveya van lêpirsînan de li ser maseya sûc hatiye nirxandin û rêgezên darizandina dirust, piştî tên binçavkirin tên binpêkirin. Di vî alî de dema ku dozên Kurd, KCK’ê û çep bi yên Ergenekon û Balyozê re bên cem hev, bêhiqûqiya herî mezin di dozên Kurdan, KCK’ê de hatine kirin. Di dozên Ergenekon û Balyozê de şahidên veşarî ji aliyê dozger ve dihatin guhdarkirin, lê di dozên KCK û çep de pêwîstî nedidîtin ku şahidan guhdar bikin û girtekên midûriyetên polîsan qebûl dikirin. Di dozên KCK’ê de ti delîlek cidî ku îdîaya rêxistina veşarî ya di dozên KCK’ê de nîşan dida tinebûn. Ev doz bi giştî dozên projeyên siyasî bûn.

NE DADGER, WEK NÛNERÊ CEMAET Û AKP’Ê NE

Kanar destnîşan kir ku  di serî de dadgerên bi navê Alî Alçik, Adnan Çîmen, Bîlal Bayraktar, divê hemû karên ku dadgeran kirin bên lêkolînkirin û lêpirsînkirin û wiha got: “Van hiqûq kirin bin lingan. Wek yekîneyên teror an jî komîseran xebitîn. Heta van wek nûnerên cemaet û AKP’ê xebat meşandine. Me têkildarî Alî Alçik û Adnan Çîmen de çar caran serî li HSYK’ê da. Lê serlêdanên me hatin redkirin.  Ev jî nîşan dide ku cotstandardiyek mezin heye. Niha têkildarî dadger û dozgerên Ergenekon û Balyozê de lêpirsîn tên vekirin û yên KCK’ê de nayê vekirin. Ev jî nîşaneya yekîtiya hemfikriya AKP’ê û Cemaetê nîşan dide.”

Kanar da xuyakirin ku ti qîmetê pevçûna AKP û Cemaetê tine û got: “Ya esas ev e ku divê newekhevî neyê kirin, cotstandartî neyê kirin, di dadgehên têkildarî Dadgehên Rayeya Taybet, DGM û TMK’ê de, di dema lêprisînê de hemû neheqî li maseyê bên nîqaşkirin û bi rêgezên etîk ên Pîşeya Dozgeriya Budapeşte re kesên li dij rêbazên etîk yên Daraza Bangalor dixebitin de jî lêpirsîn bê vekirin û hesab bê pirsîn.”