Doza xebatkarên Çapxaneya Gun taloqî 12'ê Mijdarê hate kirin

Di yekemîn rûniştina doza 21 xebatkarên Çapxaneya Gun de, heyeta dadgehê ji bo 8 kesan biryara tehliyeyê da û doz taloqî 12 Mijdarê kir.

Di 28’ê Adarê de Dadgeha Ceza ya Sulhê ya 7’an qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaaya Gunê kiribû. Piştî qeyûm hat tayînkirin xwediyê matbaayê Kasim Zengîn jî di nav de 23 kes hatin destgîrkirin. Ji van kesan Zengîn û Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Îshak Yasûl jî di nav de 21 kes hatin girtin. Serdozgeriya Komarê ya Stanbolê der barê 8 kesan de bi îdiaya “alîkariya rêxistinê” û der barê 13 kesan de jî bi “endamtiya rêxistinê” û “çapkirina weşanên rêxistinê” xwestin bên darizandin.

Yekemîn rûniştina  dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 26’an a Stenbolê pêk hat. Piştî danişinê heyeta dadgehê li ser daxwaza dozger der bare 8 kesan de biryara berdanê da û der barê 13 kesan de jî biryara berdewama girtinê da.

Heyeta dadgehê der barê xebatkarên çapxaneyê Necat Hizarci, Sadettin Demîrtaş, Muhammet Ozkan, Mehmet Kadîr Ozkara, Cumalî Oz, Suleyman Guneş, Kemal Dagdogen û Ozgur Bozkurt de biryara berdanê da. Heyetê der barê 8 kesên ku biryara berdanê da de biryara qedexeya dervê welat da.

Heyeta dadgehê der barê xebatkarên çapxaneyê Cemal Tunç, Erdogan Zamur, Îhsan Sinmiş, Îrfan Karaca, Kasim Zengin, Kazim Goçer, Mahmut Abay, Mehmet Emin Sumeli, Musa Kaya, Mursel Demir, Polat Arslan û Ugur Selman Kelekçiler de jî biryara berdewama girtinê da. Heyetê der barê Derviş Avras de jî biryara girtinê dabû û xwest ev biryar berdewam bike.

Heyeta dadgehê toz taloqî 12 Mîjdarê kir.