Doza tazmînatê li malbatên gerîla têne vekirin
Prz. Muhîttîn Muguç têkilî dosyayên dozên tazmînatê ku li malbatên gerîlayên şehîd hatine vekirin, ''Ev tiştekî nû ye .Van 3-4 salên dawî dozên wiha têne vekirin.''
Prz. Muhîttîn Muguç têkilî dosyayên dozên tazmînatê ku li malbatên gerîlayên şehîd hatine vekirin, ''Ev tiştekî nû ye .Van 3-4 salên dawî dozên wiha têne vekirin.''
Dewleta Tirk ji aliyekî ve êrîşê dibe ser gorên gerîla û ji aliyekî ve jî bi ser malbatên gerîla de jî diçe.
Dewleta Tirk piştî ku gerîla şehîd dibin dozên madî yên li malbatên gerîla vedike bi hinceta ku 'ziyana dane malê dewletê'', ''êrîş birine ser peywirdarên dewletê''.
Parêzer Muhîttîn Muguç ku dosyaya malbatekê dişopîne diyar kir piştî ku zaroyê malbatekê şehîd dibe Wezareta Karê Navxwe û Fermandariya Giştî ya Jandarma dozê li malbatê vedikin û got cara pêşî ye ku ew dozên wiha dibînin.
Muguç diyar kir dema ku zarokên malbatan şehîd dibin, di şer de ku zaroyên wan kirine dibe ku ziyana mekanîk û amûran çêbibe, ji ber ku bi teqemenî an jî dema şer dibe ku ziyan bigihije ser wesayitên zirxî. Muguç got, ''Di şer de piştî ku birîndarbûn, mirin an jî tedawîbûna personelên leşkerî tê tespîtkirin dozê li van malbatan vedikin. Malbatên ku dosyayên wan li cem me ne, wiha jê agahdar bin. Bêyî ku teblîgatê bidin wan doz li wan hatiye vekirin.''
Muguç derheqê pêvajoya vekirina van dozan diyar kir ji bo dozên wiha werin vekirin divê mirov kirina neheq deyne holê, her wiha li ser daneyên sabît û teqez dozê veke û got, ''Di wan dosyayan de ku ez dişopînim tiştekî wiha nîne. Bêhtir li ser texmînan diçin. Ev tiştekî nû ye .Van 3-4 salên dawî dozên wiha têne vekirin.''
Prz. Mguç têkilî dosyayên ku lê dinere diyar kir li ber destê wan 3 dosyayên wiha hene, ew parêzeriya malbatekê dike û ji malbatê 13 hezar lîre tê xwestin.