Doza sereke ya KCK'ê dewam dike

Doza sereke ya KCK'ê dewam dike

Rûniştina doza sereke ya KCK'ê ya Amedê ku 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dewam dike. Di parastinên li rûniştina îro de hat destnîşankirin, ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newrozê di, nîşaneya aştiya rojhilata navîn e.

Rûniştina doza KCK'ê ya sereke ya Amedê ku 98 jê girtî 175 siyasetmedarên kurt tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dewam dike. Di rûniştina dozê 22 siyasetmedarên girtî û 1 serbest 23 kes amade bûn. Parlamenterên Partiya Çepgir ên Swêd Jacob Johnson Parlamenterê Partiya Demokratên Civakî Yılmaz Kerimo û Nûherê Herêma Upsela a Partiya Çep Yekbun Alp jî tev li rûniştinê bûn.

Îro delilên der barê Hasan Iraz de hatin xwendin. Iraz bi kurdî parastin kir û ji Apê Musa Mînak da. Irak wiha got: "Dema di salên 90'an de Musa Anter li salonê dihat darizandin xwe daxul kir û li bin masê bi rohahiya agirê heste li bin bazê geriya. Dema dadger jê pirsî û got tu li çi digere. Apê Musa jî got ez li dadê digerim."

Iraz, anî ziman ku ev darizandinên KCK'ê de adîlane ne û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek nû da despêkirin. Li dawiya tunelê rohaniyek diçûrise. Lê ev rohanî çiqas dûr e ne diyar e. Peyama Birêz Ocalan a di Newrozê de ji bo aştiya mayinde a Rojhilata Navîn Gelek girîng e. Ev peyam ji bo aştiya gelê Rojhilata navîn gelek girîng e. Di darizandina doza KCK'ê de nirxên gelê kurd tên darizandin. Zimane kurdî, çanda kurdî û dîroka kurdî tê darizandin. Zext û zordariya li ser gelê kurd hêj berdeam dike."

Heyeta dadgehê mudaxaleya Iraz kir û xwest parastinê bike û gef lê xwar û got: "Ger ku tu axaftina der barê dosyayê de neke em dê mîqrofota te qut bikin" Iraz, jî bertek nîşan da û got: "Ev helwesta dadgehê nêzîkatiya xwe ya li hemberî zimanê kurdî nîşan dide. Parastina kurdî ya nivîski nayê qelûb kirin. Xwedî derketina ziman helwestek mirovahîe ye. Em niha rehîn hatine girtin. Bi vê yekê peyamê didin gelê kurd. Dibêjin bila gel ji azadiya xwe dûr bikevin û dest ji azadiyê berdin. Dadgeh bi destê dadgeha bilind vê helwestê nîşan dide. "

Iraz, da zanîn ku darizandina wan siyasî ye û bi awayekî adîlane nayên darizandin.

Piştî parastina Iraz, heyetê navbera nîvro da rûniştinê.