Doza serek ya ‘KCK’a Stenbolê hate taloqkirin
Doza serek ya ‘KCK’a Stenbolê hate taloqkirin
Doza serek ya ‘KCK’a Stenbolê hate taloqkirin
Di roja sêyemîn rûniştina 7’mîn ya doza sereke ya “KCK’ê” de girtiyên siyasî ên Kurd parastina xwe kirin. Dadgehê doz taloqî 7’ê Cotmehê kir.
Di doza ku li 15’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Stenbolê ya di avahiya edliyeyê û beramberî Saziya Înfaza Ceza ya Sîlîvrî pêktê, 94 jê girtî bigiştî 205 siyasetmedarên Kurd û aktîvîstên mafê mirovan têne darezandin.
Ji girtiyan 82 kes tevlî rûniştinê bûn, ji kesên serbest tên darezandin jî 6 kes tevlî bûn. Di rûniştina ku gelek malbatên girtiyan jî beşdar bûn, destpêkê îqameya delîlan ya Aydin Naîr ku ji cihê roja berê lê mayî dewam kir. Piştî îqameya delîlan ya Naîr derbazî parastina rêveberê berê yê BDP’a Stenbolê Feremez Erkan bûn.
Bi hinceta betlaneyê, heyeta dadgehê rûniştin taloqî 7’ê Cotmehê kir.