Doza Sarisuluk bi aloziyan dest pê kir
Doza Sarisuluk bi aloziyan dest pê kir
Doza Sarisuluk bi aloziyan dest pê kir
Doza Ethem Sarisuluk di dema çalakiyên Parqa Gezî ya li Enqereyê de bi guleya polîsan hate qetilkirin, li 6’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Danişîn bi hinceta ‘Ewlehiya cemawerî’ ji temaşevanan re hat girtin û polîs mudaxaleyê temaşevanan kir.
Yekemîn danişîna dozê li 6’emîn Dadgeha Cezaya giran a Enqereyê hat dîtin. Gelek parêzer tevli danişînê bûn. Heyeta dadgehê, bi hinceta ewlehiya qanînî biryara danişîna girtî girt û xwest salon bê valakirin. Parêzer û malbata Sarisuluk bertek nîşanê vê biryarê dan.
Piştî biryara heyeta dadgehê di navbara parêzerên bersûcan û parêzerên malbata Sarisuluk de nîqaş derket. Polîsan, bersuc Ahmet Şahbaz xistin bin xeleka ewlehiyê û piştre bi zorê temaşevan derxistin derve. Li vir mudaxaleyên temaşevanan kirin.
Li aliyê din sedan kes li ber edliyê dipên. Girseya li ber barîkata polîsan rawestiya, dirûşmeya ‘Em hemû Ethemin’ berzkirin.
Sarisuluk li Kizilay a Enqreyê di dema çalakiyên Parqa Gezî de ji aliyê polîs Ahmet Şahbaz ve hat qetilkirin. 14 rojan di beşa lêngerîna lezgîn de ma û di 14’ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da.