Doza Pirtûkxaneya Ûmûtê birin Dadgeha Destûra Bingehîn

Doza Pirtûkxaneya Ûmûtê ya ku ji bo serbazên bi navê Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkarê bi navê Veysel Ateş ên ku êrîşeke bombeyî kiribûn, biryara beraaetê hatibû dayîn. Parêzeran doz birin Dadgeha Destûra Bingehîn.

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê piştî ku Pirtûkxaneya Ûmûtê bombe kiribûn, serbazên bi navê Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkarê bi navê Veysel Ateş xwestibûn birevin lê hatibûn zeftkirin. Saziya Darazê biryara beraaetê ya derbarê êrîşkaran pesend kiribû. Parêzeran ev biryara beraatê birin Dadgeha Destûra Bingehîn.

Di serlêdana ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn de hate gotin “Piştî ku hate tespîtkirin sûc hatiye kirin, heke ev sûc bêyî ceza were hiştin ev li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û Destûra Bingehînê ye.”