‘Doza Parêzeran a KCK’ê’ taloqî 9’ê Adarê hat kirin

Dozê ya ku 46 parêzer li dadgehên Tirk tên darizandin dewam kir. Rûniştina din a dozê di 9’ê Adarê de ye.

Darizandina parêzerên Kurd ku ji ber parêzertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiribûn sala 2011’an der heqê wan de doz hatibû vekirin, îro li 19. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam kir.

Parêzer Îbrahîm Bîlmez, Faîk Ozgur Erol, Emran Emekçî, Mehmet Sanî Kizilkaya, Asya Ulker, Mûstafa Eraslar û Umît Sîslîgun tevlî rûniştinê bûn, her wiha gelek parêzer jî ji bo parastinê amade bûn.

Her wiha ji bo desteka parêzerên tên darizanin, parêzerên ji Îtalya û Fransa hatî jî doz şopandin.

Di çarçoveya dozê de parêzer Faîk Ozgur Erol operasyonên KCK’ê yên ku kadroyên cemaatê kirî anî ziman û got; “Hakim, dozger û midûrê emniyetê yên li vê dozê îmzeyên wan hebûn hatin girtin, ji wezîfeyê hatin dûrxistin.” Parêzer Erol ji ber ku wezîfedarên lêpirsîn û lêkolîn dane destpêkirin bi rêxistina Fethûllah Gulen re têkîldar in, diyar kir ku divê doz betal bibe.

Rûniştina dozê taloqî 9’ê Adarê bû.