Doza Ozgur Gundemê: Sancili nehat berdan!

Dadgeha Tirk a dagirker di derbarê xwediyê rojnameya Ozgur Gundemê de biryara da ku girtî bimîne. 

11’emîn rûniştina doza Rojnamegerên Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameyên bi Hikmê Qanûnê hate girtin ku Endamên Desteya Şêwirmendiyê ya Rojnamê Nivîskar Asli Erdogan, zimanzan û nivîskar Necmiye Alpay jî di nav de 9 rojnameger tên darizandin, li 23’emîn dadgeha cezayê giran a Stenbolê dewam kir. Rojnameger Kemal Sancili ê xwediyê îmtiyazê yê rojnameyê ku ji vê dozê tenê girtî ye, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin, bi SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû. Berpirsyarê karê nivîsê Înan Kizilkaya jî di rûniştinê de amade bû. 

Piştî xwendina doznameyê parêzer Ozcan Kiliç ji bo parastin bê amadekirin dem xwest. Kiliç anî ziman ku girtina muwekîlê wî veguheriye înfazkirina ceza, lewre daxwaza berdana Sancili kir.

DOZ HAT TALOQKIRIN

Dozgerê Tirk ê dagirker bi hinceta ‘Dibe ku Sancili bireve’, xwest ku bi girtî bê darizandin. 

Dadgehê jî ev daxwaza dozger pêk anî û biryar da ku Sancili girtî bê darizandin û rûniştin taloqî 10’ê Nîsanê kir.