Doza li ser akademîsyenên aştîxwaz
Danişîna pêşî ya li ser 150 akademîsyenên ku îmze avêtibûn danezana ‘’Em ê nebin hevkarê vî sûcî’ 5’ê Kanûnê wê were dîtin.
Danişîna pêşî ya li ser 150 akademîsyenên ku îmze avêtibûn danezana ‘’Em ê nebin hevkarê vî sûcî’ 5’ê Kanûnê wê were dîtin.
Dema ‘qedexeyên derketina derve’ yên li Kurdistanê, bi mebesta li dijî vê rewşê helwesta xwe nîşan bidin 11’ê Çile yê 2016’an li Tirkiyê ji 89 zanîngehan hezar û 128 û li derveyî Tirkiyê jî 355 akademîsyenî bi navê ‘’Em ê nebin hevkarê vî sûcî’ kampanyaya îmzeyan dabûn destpêkirin. Piştî kampanyayê gelek kesên ku îmze avêtibûnê, piştî Rewşa Awarte bi BHQ’yan ji zanîngehan hatibûn derxistin. Meral Camci, Kivanç Ersoy, Esra Mungan û Muzaffer Kaya ku li ser navê akademîsyenan Adara 2016’an daxuyanî dabûn bi îdîaya ‘propagandaya rêxistinê kirine’ hatibû girtin, piştre hatibûn berdan. 4’ê Cotmehê jî li ser akademîsyenên ku îmze avêtibûn kapmanyayê bi îdîaya ku ‘propagandaya rêxistinê kirine’ doz hatibû vekirin.
Di îdîanameyê de çalakî û hevgirtin weke hêmana sûc hate dîtin vexwendnameya HDP’ê weke ‘metaryalê rêxistinê’ hate qebûlkirin.
Li zanîngehên Galatasaray, Stenbol, Marmara, Ozyegîn, Kadîr Has û Arelê li ser 150 akademîsyen doz hatevekirin. Li ser her akademîsyenî yek bi yek doz hate vekirin. Danişîna pêşî ya dozê 5’ê Kanûnê wê çêbibe.