Doza komkujiya Somayê di dorpêça polîsan de didome

Duyemîn rûniştina doza komkujiya Somayê didome. Li dijî helwesta polîs û heyeta dadgehê ya li hember kesên xwestin dozê bişopînin, nerazîbûn hat nîşandan.

Duyemîn rûniştina doza komkujiya Somayê, ku 301 karker ji ber hikûmeta AKP’ê û karsazan ewlehiya canê wan negirt û di madenê de jiyana xwe ji dest dan û rêveberên şîrketê tên darizandin li Dadgeha Ceza ya Giran a Akhîsarê didome.

Beriya rûniştina ku 8 jê girtî 45 kes tên darizandin, malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gel li ber Komeleya Mafên Civakî hatin cem hev û meş pêk anîn.  Di meşê de dayikan lorand û bê navber dirûşmên, ‘Somayê ji bîr neke, nede jibîrkirin’, Kujer dewlet wê hesab bide’ hatin berzkirin.

Ji aliyê parêzer Can Atalay ve li ber edliyeyê daxuyaniyek hat dayîn û diyar kir ku tê xwestin ku dozê ji Somayê dûr bixin, lê wê destûrê nedin vê.

Rojnamevan, Serokê DÎSK’ê Kanî Beko, Hevserokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen, Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, Seroka Giştî yê EMEP’ê Selma Gurkan û Hevseroka Giştî ya EHP’ê Sîbel Uzun ku xwestin dozê bişopînin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Hinek malbat jî bi hinceta salon tijî ye, negirtin salonê.

Girtî di bin çavderiya polîsan de anîn û hinek kes nerehet bûn, gazî ambulansan hatin kirin.

Xizmekî madenvanê ku jiyana xwe ji dest dabû  ji dadger pirsî û got; "Çima hûn nagirin  hundir?" li ser vê dadger li şûna polîsan parêzer ji salonê derxistin û malbat girtin.  Malbatan nerazîbûn nîşan dan.

Hevsera karkerekî madenê got: “432 zarok bê bav man. Em edaletê dixwazin.” Hevsera karkerê bi navê Mustafa Kaya jî got: “We çawa em şewitandin bila Xweda jî we bişewitîne.”

Di dema tespîta nasnameyan de midûrê şîrketê Ramazan Dogru got ku dahata wî ya mehane 37 hezar lîra ye û li ser vê malbatan got; "Bila jehr û zikum be.”