Doza 'Komîteya Rêbertiyê ya KCK'ê hat taloqkirin

Doza 'Komîteya Rêbertiyê ya KCK'ê hat taloqkirin

Doza 'Komîteya Rêbertiyê ya KCK'ê  ya îro pêk hat taloqî 7-8’ê Gulana 2015’an hat kirin.

Doza 'Komîteya Rêbertiyê ya KCK'ê, ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî di nav de 50 kes bi awayekî negirtî tên darizandin, piştî nîvro bi parastina parêzeran dewam kir.

Parêzer Bahrî Bayram Belen, xwest tavilê biryara beraetê bê dayîn. Parêzer Belen diyar kir ku bi biryara qanûna hejmar 6526 Dadgehên Cezaya Giran ên bi Rayeya Taybet (OYM) hatine rakirin û îdîaname di dema OYM’yan de hatiye qebûlkirin, doz li dijî Destûra Bîngehîn e û ji ber vê divê dosya ji Dadgeha Destûra Bîngehîn re bê şandin.

Prz. Ercan Kanar jî daxwaza xwe ya divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek şahid bê guhdarkirin dubare kir.

Piştî parastina parêzeran gotina dozgerê ku mutaala xwend a "Bila wek şahid guhdarkirina serkêşê rêxistina terorê Abdullah Ocalan bê redkirin” li ser nerazîbûna parêzeran ji girtekan hat derxistin. Heyeta dadgehê ya guhdarkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan red kir, ji bo şandina dosyayê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re red kir. Egera xwe ya “Bi qasî  tê xwestin ne cidî ye” pêşkeş kir.

Heyeta dadgehê ya “qedexeya derketina derveyî welêt” rakir, doz taloqî 7-8’ê Gulana 2015’an kir.