Doza ‘KCK’ ya Êlihê tê dîtin
Doza ‘KCK’ ya Êlihê tê dîtin
Doza ‘KCK’ ya Êlihê tê dîtin
Rûniştina duyemîn a doza "KCK" ya Batmanê, ku doh destpê kir û tê de 26 jê girtî 32 kes tên darezandin, destpê kir. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê di runiştina dozê de got, "Eger girtiyên ji doza KCK'ê werin berdan, wê bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya çareseriyê bibin."
Rûniştina duyemîn a doza "KCK" ya Batmanê, ku doh destpê kir û tevî Serokê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Şehmûs Azboy tê de 26 jê girtî 32 kes tên darezandin, îro li Dadgeha Cezayê Giran a 9. a Amedê dewam kir.
Di rûniştina dozê de li gel 32 siyasetmedarên tên darezandin, parêzer û malbatên wan jî amade bûn. Di rûniştinê de wergêrê Kurdî jî amade bû.
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Êlihê Şehmûs Azboy parastina xwe bi Kurdî kir û sûcdariyên lê tê kirin, qebûl nekir.
Azboy bal kişand ser pêvajoya nû ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û destnîşan kir, ku dîlgirtina wan wê bandoreke neyînî li ser pêvajoyê bidke.
Azboy got, "Eger girtiyên ji doza KCK'ê werin berdan, wê bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya çareseriyê bibin."
Li dû parastinan, heyeta dadgehê navbera nîvro da rûniştina dozê.