Doza KCK’ê hat taloqkirin

Doza KCK’ê hat taloqkirin

Doza sereke a KCK’ê ya kudi nava wan de parlamenter, şaredar, nûnerên civaka sivîl û siyasetmedar tê de tên darizandin a hat taloqkirin.

Danişîn li 6’emîn dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Ji 98 girtiyan 27 amade bûn. 71 jî hincetên xwe ragîhandin û tevli nebûn.

Girtî Lutfu Dag îdianameya wî hate xwendin û Dag diyar kir ku  der barê wî de nirxandinên wekê di koordînasyona KCK/TM cih digire hene.

Dag bi hevkariya wergervan parastina xw ekir û got doz bi konsepteke siyasî hatiye amadekirin û sûcdarî qebûl nekir. Parêzerê Dag, Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku hinek delîlên derbarê muvekîlê wî de li dij hiqûqê ne

Piştî daxwazên parêzeran, heyetê biryara girtinê berdewam kir û danişîn taloq kir.