Doza Kazanhan di roja 2. de ye

Rûniştina doza têkildarî qetilkirina Nîhat Kazanhan ku 5 polîs lê tên darizandin, di roja 2. de didome.

Rûniştina doza têkildarî qetiklirina Nîhat Kazanhan ku 5 polîs lê tên darizandin, di roja 2. de didome.

Rûniştina doza têkildarî qetilkirina Nîhat Kazanhan yê 12 salî ku di 14’ê Çile de li Taxa Yafes a navçeya Cizîr a Şirnexê di encama gulebarankirina polîsan de hate qetikirin, li Dadgeha Cezaya Giran a 1. a Cizîrê didome.

Beriya rûniştina ku 5 polîs jê tên darizandin, gelek polîs hatin ber avahiya edliyeyê û wek duh îro jî avahî xistin bin dorpêçê. Piştî kontrola nasname û lêgerînê, kesan berdidin hundir.

Polîsê gumanbar H.V yê ku piştî îfadeya xwe guhert, hat berdan, li Edliyeya Mêrdînê bi SEGBÎS’ê îfadeya wî tê girtin.