Doza karkerê Kurd ê ku hate şewitandin û kuştin destpê kir
Lêpirsîna Mehemt Akyûrt ê hevalê odeyê yê Mehmet Aytaş ku li Balafirgeha 3’emîn dixebitî, şewitan û kuştî destpê kir.
Lêpirsîna Mehemt Akyûrt ê hevalê odeyê yê Mehmet Aytaş ku li Balafirgeha 3’emîn dixebitî, şewitan û kuştî destpê kir.
Rûniştina yekem a doza derbarê Mehmet Aytaş ê di kargeha balafrixaneya 3’emîn de dixebitî ku ji aliyê hevalê xwe yê odeyê ve hate kuştin, îro destpê kir.
Mehemt Aytaş (36) ê hevjîbûyî û 2 zarokên wî hebû ku li kargeha balafirgeha 3’emîn de dixebitî, piştî ku bi hevalê xwe yê odeyê re kete nava gotebêjan û şûn de, dema razayî ji aliyê hevalê xwe ve hatibû şewitandin û kuştin. Tevahî odeya razanê ya ku hatibû şewitandin sûcdar Mehemt Akyûrt 6 lître benzîn bikar anîbû.
Doza ku li Dadgeah 17. a Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê hate dîtin sûcdar Mehemt Akyûrt amade bû. Di rûniştinê de birayê Aytaş Mehemet Sûphî Aytaş, xuşka wî Ayşe Şeker û hevjîna wî Gulistan Aytaş jî beşdar bûn.
Mehmet Akyûrt ê ku di bûyerê de 6 lître benzîn karanî û Aytaş kuştî diyar kir ku bûyer ji ber “Pirsgirêka jinê” pêk hatiye. Akyûrt diyar kir ku ji berê de Aytaş nas dike û ti nakokiyên wan bi wî re nebû. Akyûrt îdîa kir ku Aytaş telefona xûşka wî peyda kiriye û ew tacîz dikir.
Birayê Aytaş Sûphî Aytaş jî daxwaz kir ku sûcdar bi cezayê herî giran bê cezakirin. Aytaş bibîr xist ku beriya 10 rojan li gel birayê xwe axiviye û ji min re got: “Ez ne bi hizûrim, ji ber ku rastiyan dibêjim cudkariyê dikin.” Xûşka Aytşa Ayşan Şeker jî diyar kir ku dema li gel birayê xwe carnan daxivî birayê wê jêre gotibo Mehemet Akyûrt digot: “Ji destê min ve were ez ê hemû Kurdan bişewitînim.”
Zafer Gunduz ê ku di heman karî de karê ajokariyê dikir jî destnîşan kir ku beriya ku bûyer rû bide sûçdar li gel Aytaş ji ber “Pirsgirêka jinê” li hev xistibû. Gunduz diyar kir ku dema li odeyê rûniştî bûn qîrîna “Hewar dayê ez şewitîm” hate guhê wan, bi bez çûn odeyê lê, deriyê odeyê girtîbû û mifte jî ji aliyê derî yê derve re bû. Dema ku em derî şikand hûndir hemû şewitîbû û beşekî rûyê Aytaş şewitî bû.
Parêzerê malbatê Levent Pîşkîn diyar kir ku kuştin ne adile û bûyer siyasî ye û got: “Êrîşên li ser karkerên Kurd ne ji rêzê ne”
Daxwaz hate kirin ku kargeha avahiyê ya Ustunler jî wê weke mudaxîl beşdarî dozê bibe.
Parêzer Pîşkîn da xuyakirin ku kargeh jî sûcdar e, daxwaz kir ku ev daxwaz neyê redkirin.
Heyeta dadgehê, daxwaza kargeha Ustunler a ku wê weke mudaxîl beşdarî doze bibe red kir, biryar da ku hezkiriya sûcdar F.T weke şahid bê guhdarkirin.
Doz taloqî 23’ê Sibatê hate kirin.