Doza Hrant Dînk hat taloqkirin
5'emîn rûniştina doza têkildarî cînayeta Gerînendenê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk pêk hat û doz taloqî 3'yê Îlonê hate kirin.
5'emîn rûniştina doza têkildarî cînayeta Gerînendenê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk pêk hat û doz taloqî 3'yê Îlonê hate kirin.
5'emîn rûniştina doza têkildarî cînayeta Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk hate dîtin û doz taloqî 3'yê îlonê hate kirin.
5'emîn rûniştina doza têkildarî qetilkirina Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê Rojnameya Agosê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Bersûc tevlî rûniştinê nebûn û di rûniştinê de parêzerên malbata Dînk amade bûn. Hevserên Hrant û Namzeta HDP'ê ya Herêma Duyemîn a Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu tevlî rûniştinê bûn. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di rûniştinê de parastin kir û diyar kir ku piştî Dadgeha Bilind doz betal kir ji bo delîlên nû bên dîtin û lêpirsîn bê kirin rewş guncav e û wiha got: "Em dibêjin di bûyerê de rêxistineke çekdar heye. Em li bendê ne ku Dozgerê Komarê li gorî vê yêkê delîlan kom bikin û lêpirsînê bi encam bikin." Piştî parastinên parêzeran heyeta dadgehê biryara "dadeh ji biryare berê vegere û di nava biryarekî din bide nîn e" da û rûniştin taloqî 3'yê Îlona 2015'an hate kirin.
Berî rûniştinê hevalên Dînk li ber edliyeyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta bi zimanê Ermenî, Kurdî û Tirkî ya "Em hemû Hrant in em hemû Ermenî ne" hate vekirin û dirûşma "Qatil dewlet dê hesabê bide" hat berzkirin. Li ser navê hevalên Dînk Fîgen Şakaci daxuyanî xwend û wiha got: "Em hevalên Hrant Dînk xwîndariyê pêk naynin û birînên nû vebikin pêk naynin. Katilên Dînk tên veşartin. Em dê nobeta xwe ya dadê bidomînin. Em bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin ku nobeta edaletê bigirin."