Doza Dînk: Yildiz û Oz hatin berdan

Ji doza qetilkirinê ya Hrant Dînk rayedarên îstixbarata jendermeyan a Trabzon Metîn Yildiz û Alî Oz hatin berdan.

77'emîn danişîna doza Gerinendeyê Giştî yê rojnameya Agosê Hrant Dînk, li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin.

Di danişîna ku 7 jê bersûcên girtî bi giştî 85 bersûc tên darizandin de, Fermandarê Cendirmeyan ê Trabzonê Alî Oz û Erhan Tuncel, Midûrê Polîsan ê berê yê Trabzonê Reşat Altay Midûrê Şaxa Îstîxbaratê ya Polîsan a Stenbolê Ahmet Îlhan Guler jî di navde 8 bersûc amade bûn. Şandeya dadgehê di danişîna îro hate dîtin de, ji bo rayedarê Îstîxbarata Jendirmeyan a Trabzonê Metîn Yildiz û Fermandarê Jendirmeya Trabzonê yê wê demê Alî Oz biryara berdanê da.

Dûre dadgehê danişîn talûqî 24, 25, 27 û 28’ê Îlonê kir.