Doza Demîrtaş û Balûken hate taloqkirin

Rûniştina doza di derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Parlemeterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken de hatibû vekirin, hate taloqkirin.

Doza di derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Parlemeterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken de ku li Xarpêtê hatibû vekirin, hate taloqkirin.

Îro li doza cuda cuda ya li 2. Dadgeha Ceza yê Giran a Agiriyê hate destpêkirin parêzer beşdar bûn. Parêzerên Demîrtaş û erkdarên girtîgehê, ji ber darezandin û zêdehiya dosyayan diyar kirin ku Demîrtaş beşdar nabe. Li ser vê dadgehê doz taloqî dîrokekî din kir.

Di doza bi îdîaya “Propagandakirina rêxistinê” derbarê Parlemeterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Balûken de hatibû vekirin, li 2. Dadgeha Ceza ya Giran a Agiriyê hate destpêkirin. Di rûniştina bi rêya SEGBÎS’ê ji ber nebaşiya beşdar nebû de, parêzer amade bûn. Dadgehê ji bo di rûniştina bê de bi rêya SEGBÎS’ê Balûken beşdarî dozê bibe biryar taloq kir.