Doza 'Dagin Kadin Halî' sibe dest pê dike

Rûniştina destpêkê ya doza ji ber pirtûka 'Dagin Kadin Halî' li nûçegihana ANF û ETHA'yê Arzû Demîr hatiye vekirin, sibe dest pê dike. Rûniştina dozê wê sibe li 13. Dadgeha Cezayê Giran pêk were.

Rojnamevan Demîr bi 'propaganda rêxistinê', 'pesindayîna sûc û sûcdar' û 'teşwîqa ji bo sûc' tê sûcdarkirin.

Di dema lêpirsînê de parastina Demîr nehatibû girtin û yekser doz lê hatibû vekirin. Lewma, Demîr wê di rûniştina sibe de yekemcar xwe biparêze.

Di gilînameyê de, tevî îdîaya 'Propaganda PKK'ê kiriye', her wiha ji bo hevpeyvînên wê tê gotin, 'aktûel nîne û raya giştî eleqedar nake'.

PIRTÛK DI ÇAPA 7. DE HAT HEVDAN

Pirtûka ji hevpeyvînên bi 11 gerîlayên jin pêk tê, di Mijdara sala 2015'an de ji aliyê Weşanên Ceylan ve hat çapkirin.

3. Dadgeha Ceza ya Sûlhê têkildarî pirtûkê di 15'ê Adara 2016'an de biryara hevdanê dabû û piştî çapa 7. pirtûk hatibû hevdan.