Doza 12’ê Îlonê hat taloq kirin

Doza 12’ê Îlonê hat taloq kirin

Doza 12’ê Îlonê ya Serfermandarê demê Kenan Evren û Fermandarê Hêzên Hewayî yê demê Tahsîn Şahînkaya têde tên darizandin, ji bo parêzerên bersûcan der barê egerê de parastina xwe amade bikin taloqî 21’ê Sibata 2014’an hat kirin.

Doza 12’ê Îlonê ya Serfermandarê demê Kenan Evren û Fermandarê Hêzên Hewayî yê demê Tahsîn Şahînkaya têde tên darizandin, li Dadgeha 12’emîn a Cezayê Giran a Enqere bi rûniştina 19’emîn dewam kir. Di rûniştinê de ligel parêzerên Evren û Şahînkaya parêzerên mexdûran jî amade bûn. Parêzerên mexdûran ku mafê axaftinê wergirtin diyar kirin ku sûcên hatine kirin sûcên li dijî mirovatiyê ne û xwestin cezayê herî giran li bersûcan bê birîn. Paşê parêzerên bersûcan ji bo der barê egera dozger û axaftinên parêzerên mexdûran de parastina xwe amade bikin wext xwestin.
Li ser vî esasî heyeta dadgehê doz taloqî 21’ê Sibata 2014’an kir.