Doza 12’ê Îlonê: Daxwaza darizandina îşkenceya sîstematîk red kir

Doza 12’ê Îlonê: Daxwaza darizandina îşkenceya sîstematîk red kir

Doza ji mîmarên derbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê îlonê Evren û Şahînkaya ku dê 3 rojan bidome îro dest pê kir. Dîwana dadgehê daxwaza parêzerên mudaxîl ya “bila bersûc ji îşkenceya sîstematîk bên darizandin” red kir.

7’emîn rûniştina doza mîmarên derbeya leşkerî ya 1980’ê ya 12’ê îlonê Serfermandarê Giştî Kenan Evren û Orgeneralê teqawît Tahsîn Şahîn Kaya di roja duyemîn de bi rêza telekonferansê li 12’emîn Dadgeha Cezaya Girana a Enqreyê didome.

Dîmenên bersûcan bi alîkraiya 4 LCD li dadgehê hat nîşandan. Parêzerên Evren û Şahinkaya, Bulent Hayrî Acar, parêzerên serokatiya TBMM’ê ya ku biryara mudaxîlbûnê hatibû dayîn, serokwezaretê, CHP, MHP, DÎSK, û HAK-Îşê jî di nav de û mudaxîl û gelek parêzerên din tevlî bûn.

Ji parêzerên mudaxîl Fîkret Babaoglu daxwaz kir ku bersûc ji ber îşkenceya sîstematîk û pêkûtiyên xerab bên darizandin. Lê parêzerê Evren got; “Darizandin tenê bi li ser darbeyê tê kirin. îdiayên îşkenceyê mijareke din a lêpirsînê ye.”

Dîwana dadgehê jî ji ber daxwaza parêzerê Evren û dozgerê komarê, diyar kir ku bersûc tenê ji ber sûcên derbeyê dê bên darizandin û darizandina wan ya ji ber îşkenceya sîstematîk red kir.

Serokê dadgehê pirsa ‘Hun ji ber desteserkirina rêveberiya welat tên darizandin’ ji Evren kir û Evren jî wiha îdia kir û got: “Têkiliya me bi mijarên îşkenceyê nîne.” Evren jî Şahînkaya jî xwestin parêzerên wan parastina wan bike.

Duh piştî tespîtkirina nasnameyan îdiaya 82 rupelê hatibû xwendin. Îro jî pirs ji bersûcan tê kirin û bersiv tê girtin.