Dosyeya Olof Palme hate girtin
Dadgeha Swêdê piştî lêpirsîna 34 salan dosyeya cînayeta li ser serokwezîrê berê Olof Palme girt.
Dadgeha Swêdê piştî lêpirsîna 34 salan dosyeya cînayeta li ser serokwezîrê berê Olof Palme girt.
Dozger Krîster Peterson ê ku li ser lêpirsînê bû, bi rêya vîdeokonferansê civîneke çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku ji ber gumanbar Stîg Engstrom miriye, lêpirsîn nikare were kirin. Peterson got ku “Ji ber vê jî min biryar da ku lêpirsînê li vir bigirim.”
Dosye hate girtin lê heke agahiyên nû derkevin holê dibe ku lêpirsîn dîsa were destpêkirin.
Olof Palme di 28’ê Sibata 1986’an de dema ew û hevjîna xwe ji sînemayê vedigeriyan hatibû kuştin. Palme dema ku ji sînemayê derketibû, parêzvanên wî ne pê re bûn. Di nava 34 salan de îfadeya gelek kesan hate stendin, bi dehan kesan kuştin li xwe girtin.
Lê ji ber ku gumanbarê sereke mir, lêpirsîn sekinî. Li gorî qanûnan heke kesek bimire nabe ku were sûcdarkirin.
Palme dema ku serokwezîr bû li dijî şerê Vîetnamê û enerjiya nukleer helwesta xwe diyar kiribû, piştgirî dabû hikumetên komunîst ên Kuba û Nîkaragûyaê.
Tê diyarkirin ku polîsan Swêdê jî lêpirsîneke cîddî nekirine, piştî ku ev cînayet hatiye kirin, polîsan dora qadê negirtine û delîlên cînayetê winda bûne.