Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê dorpêça polîsan didome. Rêveberên BDP'ê bertek nîşanî polîsan dan û dorpêçkirina polisan a li derdorê avahiyê şermezar kirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî di 13'ê Çile de polîsan û timên taybet bi ser malekê de girtin û endame HPG'ê Mehmet Şirin Cebe di malê de hate înfazkirin, polîs 2 rojin li navçeyê nokteyên lêgerînê ava dikin û welatiyan zîwer dike. Polîsan li Nisêbînê rewşa awarte ava kiriye û çûn û hatina wan zêde bûye.
Avahiya BDP'ê ya Nisêbînê jî 2 rojin ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Rêveberên BDP'ê bertek nîşanî dorpêça polîsan a li ber avahiya BDP'ê dan. Hevseroka BDP'ê ya Mêrdînê Sîhem Elveren Alp, diyar kir ku li Nisêbînê 2 rojin avahiya wan di bin dorpêça polisan de ye û wiha got:
"2 roj berê li Nisêbîne endamekî HPG'ê li malê hate înfazkirin. Endamê HPG'ê piştî hate înfazkirin li wir dorpêça polîsan zêde bû. divê gelê Nisêbînê li şehîdên xwe xwedî derkevin."
Serokê BDP'a Nisêbînê Celal Ata jî diyar kir ku qetilkirina bi vî rengî divê neyê qebûlkirin û dixwazin bi vî rengî gel çavtirsandî bikin. Rêveberên BDP'ê mala sersaxiyê ya ji bo HPG'î Mehmet Şirin Cebe ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê xwestin. Hate zanîn ku dayika Cebe piştî bûyerê nexweş ketiye û rewşa wê giran e.