Dolarê Zimbabwe îade dolarê DYA’yê di berikê de
Dolarê Zimbabwe îade dolarê DYA’yê di berikê de
Dolarê Zimbabwe îade dolarê DYA’yê di berikê de
Ochuko Okotie ya Nîjeryayî ku li Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê hikumxwariye, beriya 5 salan dema ku hate binçavkirin 1.800 dolar pereyê li gel weke pereyê madeyê bêhişker hesibandin û pereyê Tirk, Nîjerya û Kamerûnê lê vegerand.
Dayîka 6 zarokan Ochuko Okotie dema ku di sala 2008’an de tê Stenbolê tê guhertin. Okotie ku li Balefirgeha Ataturk bi îdîaya ku madeyê hişber li gele tê binçavkirin, li ser wê pereyê Tirk, Nîjarya, Kamerûn û 1.800 dolar heyî desteser dikin. Ochuko Okotie ku dema derdixin dadgehê û tê girtin, ji bo wê pêvajoyekî zor û zehmet destpê dike.
Di 26’ê Çileya 2009’an de 4’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Bakirkoyê bi sûcdarkirina “madeyê hişber îthal dike” 12 sal 6 meh cezayê girtîgehê û 24 TL pereyê edlî ceza li Okotieyê dibire. Pereyê Tirk, Nîjerya û Kamerûnê îade dikin, 1.800 dolar jî ji ber hinceta “pereyê madeyê hişbere” dest danîn ser.
EV PERE JI BO TRANSFERKIRINA MIN PÊWÎSTE
Okotie dide diyarkirin ku, ji bo pereyê wê îade bikin gelek caran serî li dadgehê daye, lê belê hemû caran jî daxwaza wê hatiye redkirin û wiha got; “Dadgehê dolarê min li rexmî ku ne ji madeyê hişber hatiye bidestxistin jî, weke pereyê hişberê nîşanda, lê belê pereyê min yê Tirk, Nîjarya û Kamerûnê îadeyî min kir. Gelo dema pere dolar be dibe sûc?.” Okotie da zanîn ku, cezayê wê yê ku maye ew dixwaze li welatê xwe Nîjeryayê bikêşe. Okotie anî ziman ku, ger pereyê mijara gotinê neyê dayîn ew dê nekare transferî welatê xwe bibe, her wiha tengaviyên ku li girtîgehê kişandine wiha vegot: “Ji sala 2008’an ve li girtîgehê me. Kesek min tuneye ku di aliyê aborî û manewî de piştgiriyê bide min. Pereyên Tirk, Nîjerya û Kamerûnê yên îadeyî min kirin, min di ber cezayê pere yê dadgehê li min birîbûn da. Li girtîgehê jiyan girane. Ji bo ez pêwîstiyên xwe pêşwazî bikin, sibehê gelaşê hemû qawişan kom dikim. Lê belê ji ber ku ez mehê ji îdareya girtîgehê 60 tl werdigirim û pêwîstiyên min pêşwazî nake min dest jê berda.”
JI BO ALÎKARIYÊ BANG LI ÎHD’Ê KIR
Okotie destnîşan kir ku, “Niha jî qet dahatek min tuneye. Tenê hêviyek min heye ew jî transfer kirina welatê mine, lê belê eger ez pereyê xwe yê ji min hatiye girtin nestînim dê bisalan li vir rezîl bibim. Jinên ku di rewşa min de, pereyê wan yê jê wergirtî careke din lê zivirandine, ez çima nikarim pereyê xwe werbigirim? Vê rewşê ez di aliyê ruhî de jî têk birim.” Okotie ku dixwaze serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê DMME’yê bide, di mijara rewşa ketî têde ji Komeleya Mafê Mirovan û saziyan banga alîkariyê kir.