Dolar rekoreke din şikand
Qîmetê Lîreyê Tirk kêlî bi kêlî li pêşberî Dolar û Euro kêm dibe. Buhayê Dolarekî bû 4.5277 lîreyê Tirk û rekoreke din şikand.
Qîmetê Lîreyê Tirk kêlî bi kêlî li pêşberî Dolar û Euro kêm dibe. Buhayê Dolarekî bû 4.5277 lîreyê Tirk û rekoreke din şikand.
Banka Navendî ya Tirk hefteya bihurî bi daxuyaniyekê gotibû, "Wê gavê pêwîst bên avêtin" û piştî vê daxuyaniyê qîmetê dowîz ji 8 heta 10 qurişî kêm bûbû.
Lê belê vê yekê jî têra kêmkirina buhayê Dolar û Euro nekir. Di roja destpêkê ya hefteya nû de Dolar bû 4.5277 lîre, Sterlîn bû 6.0819 lîre û Euro jî bû 5.3196 lîre.