Dokûmantera Sara li Stockholmê cara sêyemîn hate nîşandan
Dokûmantera li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz, ku yek ji sê jinên Kurd e li Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de hate kuştin, cara sêyemîn di 19'ê Kanûnê de li Stockholmê hate nîşandan.
Dokûmantera li ser jiyan û têkoşîna Sakîne Cansiz, ku yek ji sê jinên Kurd e li Parîsê di 9'ê Çileya 2013'an de hate kuştin, cara sêyemîn di 19'ê Kanûnê de li Stockholmê hate nîşandan.
Beriya nîşandana dokûmanterê, Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Ayşe Goktepe li ser têkoşîna Sakîne Cansiz, kuştina wê, helwesta dewletên Tirk û Fransayê di doza hatiye vekirin de, axivî.
Goktepe da xuyakirin, Sakîne Cansiz a ku jiyana xwe di oxira têkoşîna azadiyê ya jinan û gelê Kurd feda kir, ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû gel û jinên bindest bû sembola berxwedan û azadiyê. Goktepe da zanîn, Cansiz ji aliyê rêxistina îstîxbarata dewleta Tirk (MÎT) ve bi plankirî hate kuştin û ji ber ku di nava 4 salên bihurî de hê doz nehatiye vekirin, hewl tê dayîn hêzên li pişt cînayetê werin veşartin.
Goktepe bibîr xist, ku bi mirina gumanbar a kujer Omer Guney re, tê xwestin dosya were girtin û hemû delîl ji holê bên rakirin.
Goktepe têkildarî êrîşên AKP'ê yên li dijî gelê Kurd jî got, "Di vê demê de hikûmeta AKP'ê şerê xwe yê qirêj derbasî Ewropayê kiriye. Êrîşên li dijî saziyên Kurdan û hedefkirina welatparêzên Kurd tiştekî rasthatî nîne. Gotina 'li ku dibe bila bibe, îxbar bikin' a R.T.Erdogan, nîşan dide ku faşîzma xwe derbasî Ewropayê jî kiriye.
Weke jin û saziyên Kurdan, em vê bêedaletiyê ti carî qebûl nakin. Em daxwaza edaletê dikin. Heta edalet bi cih bê, têkoşîna me wê bidome. Em ê têkoşîna Sara, Fîdan û Leylayan ji cihê mayî mezintir bikin."
Ji ber ku gelek kesî xwest li dokûmanterê temaşe bikin, cih di salonê de nema û gelekan li ser piyan li dokûmanterê temaşe kir.