Weşandina dokûmantera "Sara: Jiyana min her şer bû" ya li ser jiyana Sakîne Cansiz, ji ber gefa "ewlekariya jiyanê" ya polîsan li xwediyê sînemaya li Stenbolê xwar, cara duyemîn hat qedexekirin.
Dokûmanter wê çend roj berê li Sînema Atlas bihata nîşandan, lê belê ji ber ku polîsan gefa "ewlekariya we ya jiyanê nîne" li xwediyê sînemayê xwarin, nehat nîşandan.
Danê vê êvarê jî wê li Sînema Sû bihata nîşandan, lê ji ber heman gefê cara duyemîn hat qedexekirin.
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) da xuyakirin ku dokûmanter wê danê vê êvarê saet di 18:00 de li avahiya HDP'ê ya navçeya Bagcilarê were nîşandan.