Doktorê ku malzaroka jinan jê girt hate binçavkirin
Doktorê ku malzaroka jinan jê girt hate binçavkirin
Doktorê ku malzaroka jinan jê girt hate binçavkirin
Li Hîndîstanê di çarçoveya plansaziya malbatê ya dewletê de ji 83 jinên ku malzaroka wan jê hate girtin 13 kes mirin û bi dehan jî li nexweşxaneyan hatin razandin. Li ser vê yekê doktorê emeliyet pêk anîbûn hate binçavkirin.
Li Hîndîstanê di plansaziya malbatê jinên ku malzaroka wan jê hate girtin pirsgirêkên wan ên tenduristiyê destpê kir û doktorê emeliyat kir hat binçavkirin.
Doktor 83 jin di nava 5 saetan de emeliyet kir û malzaroka wan jê girt. Piştî emeliyetê 8 jin mirin û 24 kes jî rakirin nexweşxaneyan. Ji van jinan 5 kes mirin. Doktorê ku emeliyat pêk anî hat binçavkirin.
Doktor R.K duh êvarê hat binçavkirin. Îro ji nîvro şûnde wê derxin dadgehê.
JI BO JINÊN HATIN EMELIYATKIRIN 1.400 RUPÎ (20 EURO) HAT DAYÎN
Hate hînbûn ku dewletê ji bo jinên ku hatine emeliyetkirin 1400 rupi (20 Euro) daye jinan.
Amûrên ku di dema emeliyetê de hatin girtin jî ji bo lêkolînê hatin girtin.