Dogû: Em tecrîdê li her cihî têk bibin

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû: Divê jin li taxan li hev bicivin. Her tax divê bersivê bide van gotinên Erdogan. Her wiha divê tax bigihêjin hev û navçe û bajar jî bersiva vê bidin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû ji Radyoya Dengê Welat re axivî. Di destpêka axaftina xwe de Dogû bi bîr xist ku 25'ê Mijdarê ji bo bîranîna xwişkên Mîrabelê ji aliyê tevgerên jinan ve weke roja têkoşîna li dijî şîdeta li jinê hatiye destnîşankirin û got, "Em jî, weke tevvgera jinan a li Kurdistanê bi her awayî xwedî li vê rojê derdikevin û her rojê vediguherînin vê rojê. Lewma em hewl didin wateyeke hê berfireh bidin vê rojê."

'JIN TÊN QIRKIRIN'

Dogû da xuyakirin ku jin li gelemperiya cîhanê tê qirkirin û got, "Ev tişta em dibêjin tiştekî ji rêzê nîne. Tê wateya qedandina jiyanê, qedandina jiyana civakê, qedandina jiyana jinê, qedandina jiyana zarokan. Ya rast, ji bo mêran jî tê wateya qedandina jiyana mêran." Dogû destnîşan kir ku ji ber vê yekê nabe ku ew 25'ê Mijdarê weke demeke ji rêzê bibînin û binirxînin.

FERMANA ERDOGAN A JI BO 15 ZAROKAN

Dogû gotinên Erdogan ên li dijî jinan, bi taybetî jinên Kurd bi bîr xist û got, "Erdogan herî dawî fermana 15 zarokan da jinan. Di civîneke jinan de rabû ev axaftin kir. Li dijî tevgera me hin gotin anî ziman. Got, 'Terorîst 10-15 zarokan tînin dinyayê, divê jinên me jî ewqas zarokan çêbikin'. Vê yekê ji bo dayikên Kurd dibêje û dayikên Kurd weke terorîst bi nav dike. Zîhniyeta xwe bi zelalî raxist pêş çavan. Nîşan da bê çiqasî dijminê Kurdan e."

Dogû destnîşan kir ku mafê mêrekî nîne ku fermaneke wiha bide jinekê û got, "Lîder jî be, serokê partiyekê jî be nikare bêje 'ewqas zarokan bîne dinyayê'. Ev yek êrîşeke mezin e li dijî vîna jinê. Êrîşeke mezin e li dijî têkiliyên nava malbatê. Diyarkirina nifûsa nava malbatê, faşîzm e. Ev yek jî aliyekî şîdetê ye."

Dogû got, di rewşeke bi vî rengî de ku vîna jinê tê binpêkirin, nirxên jinan tên binpêkirin, şîdet û destdirêjî li jinan tê kirin, jin neçar in xwe bi rêxistin bikin û wiha dewam kir: "Divê jin her biryara xwe bi rengekî rêxistinî bigire. Niha Erdogan nêzîkatiyeke bi vî rengî weke şexs nîşan dide. Em jin divê li her cihî vîna xwe ya rêxistinbûyî biparêzin. Ne tenê weke şexs, divê em bi rengekî rêxistinî nîqaş bikin.

Pêwîste jin li taxan li hev bicivin. Li her taxê bersiv ji van gotinên Erdogan re bê dayin. Wekî din divê tax bigihêjin hev û navçe û bajar jî bersivê bidin. Tu kî ye ku ewqasî dest li îradeya me werdide? Ev yek rejîma dîktatoriya şexsekî ye. Sîstema yekşexsî, hovîtiyeke bi vî rengî li jinê ferz dike. Ev wehşet e, ev êşkence ye. Ji aliyê Tirkiyeyê ve dibêjim, ev yek asta herî bilind a şîdeta li dijî jinê ye. Rejîma Erdogan nîşaneya îfadeya DAIŞ'ê ya li nava netewe dewletê ye. Ji ber vê yekê kes nikare bêje 'DAIŞ'ê ev kir, ew kir', her tiştî bixe stuyê DAIŞ'ê û xwe jê rizgar bike. Ya ku DAIŞ dike, netewe dewlet jî wê dike, jê zêdetir jî dike."

Dogû êşkenceya li zindanan li hevrêyên wan ên jin tê kirin, hovîtiya li gerîlayên jin tê kirin, kiryarên li dijî mirovahiyê yên li cenazeyên hevalên wan ên jin tên kirin bi bîr xist û ev pirs kir; "Gelo çi cudahiya vê ji kiryarên DAIŞ'ê heye?"

Dogû diyar kir ku êşkence û destavêtina li jinan li Kurdistanê bi rêk û pêk tên kirin û ev yek jî ji aliyê dewletê ve tê kirin.

QONAXA DUYEMÎN A PÊNGAVÊ DIVÊ HÊ BI XURTÎ WERE MEŞANDIN

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku nêzî sê sal in bi ti awayî hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nayê kirin û got, "Rêberê me hem rêberê gelê Kurdistanê ye, hem jî rêberê me yê sîstemê ye. Wekî din, dema ku mirov ji aliyê pêşvebirina tevgera jinê ve li rewşê dinerin, ev rastî hê kûr û xwedî wateyeke berfireh e. Gavên gelekî cuda yên rêbertî avêt. Ji ber vê yekê, ji bo me jinan, li Kurdistan, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ji bo jinan xwedî wateyeke cuda ye. Astengkirina hevdîtina pê re û spekulasyonên der barê wî de tên kirin, bêguman ne yên qebûlkirinê ne. Ji ber vê yekê, me di civata giştî ya KJK'ê de nîqaş kir, plansaziya xwe amade kir û civata xwe ya giştî diyarî azadiya Rêberê xwe kir. Parçekirina sîstema Îmraliyê û jiyana azad a bi Rêbertî re me kir şiyara xwe."

Dogû bi bîr xist, ku wan di civata giştî ya KJK'ê de bi navê 'Sonda me ye, em ê pergala Îmraliyê bişikînin û Rêber Apo azad bikin' dest bi pêngavê kirin û anî ziman ku bi çalakiyên li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat, qonaxa yekemîn a pêngavê 25'ê Mijdarê diqede.

Dogû ragihand, wê piştî 25'ê Mijdarê dest bi qonaxa duyemîn bikin û destnîşan kir ku wê di qonaxa duyemîn de bi rê û rêbazên hê dewlemend ê çalakiyan, bala raya giştî ya cîhanê bikişînin ser rewşa Rêberê Gelê Kurd û vîn û têkoşîna hevpar derxînin holê.

Dogû got, "Divê felsefe û îdeolojiya Rêberê me hê bêhtir ji aliyê gelên cîhanê ve were naskirin. Lazim e em weke jinên têkoşer, vê hê bi xurtî bikin. Girîng e em qala hovîtiya li Rojhilata Navîn bi taybetî hovîtiya li Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin bikin. Û di vî warî de têkoşîna xwe xurtir bikin."

Çîgdem Dogû diyar kir ku sîstema li Îmraliyê sîstemeke ji rêzê nîne û got, "Di ser Rêbertî re sîstemeke jiyanê li ser gel tê ferzkirin."

'EM TECRÎDÊ LI HER CIHÎ TÊK BIBIN'

Çîgdem Dogû bi bîr xist ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Rewşa Awarte ya li ser gelên Tirkiyeyê hate ferzkirin re hate şidandin û anî ziman ku dema ew ji vî alî ve jî mijarê binirxînin, wê were dîtin ku tecrîd li ser ciwan, jin, kedkar bi kurtasî li ser tevahiya civakê ye. 

Dogû da xuyakirin ku li ser gel û kedê tecrîdek heye û wiha dewam kir: "Girîng e gelên Tirkiyeyê haya xwe ji vê tecrîda li her qada jiyanê heye, hebe û têkoşîna li dijî vê yekê ji xwe re bike bingeh. Ji qadên aborî, tenduristî û siyasetê heta têkoşîna nasnameya şexsî ya li kolanan, ji têkoşîna karkeran heta têkoşîna gundiyan, ji têkoşîna jinan heta her cihî, divê em vê sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê têk bibin."