Dogan bi îdîaya peykerê Kinaci çêkiriye dîsa hat binçavkirin

Dogan bi îdîaya peykerê Kinaci çêkiriye dîsa hat binçavkirin

Ramazan Doganê ku bi hinceta peykerê Zeynep Kinaci (Zîlan) a PKK’î çêkiriye berê hatibû binçavkirin û berdan, dîsa hate binçavkirin.

Kesên bi navê Adem Toprak, Ezgî Torun û Ramazan Doganê di 28’ê îlonê de bi hinceta ku peykerê Zeynep Kinaci ya PKK’î çêkirine hatibûn binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hatibûn berdan.

Dogan duh di saetên êvarê de  bi hiceta ku ‘agahiyên kesên din bikaraniye û îfadeya daye’ û ‘nasname veşartiye’ hate binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Dêrsîmê û ji wir jî sewqî dozgeriyê hat kirin.