DMME: Mafê darizandinê yê Demîrtaş û Yuksekdag hate binpêkirin

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di serlêdaneke têkildarî siyasetmedarên dîlgirtî Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş de Tirkiye mehkûm kir.

Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê ku niha girtî ne Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, bi sedema ku di hiqûqa navxweyî de ji bo îtîrazê bikin alîkariyeke baş wernegirtine serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. DMME’yê têkildarî serlêdana Yuksekdag û Demîrtaş biryara xwe da. Li gorî nûçeya Euronews'ê; DMME’yê biryar da ku Tirkiyeyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê kiriye.

DMME’yê biryar da ku di mijara pêvajoyên îtîrazê yên hiqûqa navxweyî de mafê Yuksekdag û Demîrtaş hatiye binpêkirin. DMME’yê di biryara xwe de got ku Yuksekdag û Demîrtaş bi sedema di hiqûqa navxweyî de mafê îtîrazeke bibandor jê re nehatiye dayîn, serlêdan kirine.

Hat ragihandin ku Yuksedag û Demîrtaş ji ber rewşa “rayedarên girtîgehê hevdîtinên bi parêzeran re dişopînin û belgeyên parêzer tînin desteser dikin” bi gilî ne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev tevdîrên behsa xeberê di çarçoveya biryarnameyeke piştî hewldana darbeyê ya 15’ê tîrmeha 2016’an de ketine meriyetê û wiha hat gotin: “Serlêder, bingeha xwe ji firkaya 4’emîn (mafê bi lez lêkolînkirina rewşa girtî ya li gorî hiqûqê) a xala 5’emîn a Peymanê.”