DMME, serlêdana bi daxwaza ‘tedbîrê’ ya têkîldarî rakirina ‘qedexeya kolanan’ û rawestandina operasyonan ên li Cizîrê, îdîa kir ku Dadgeha Makezagonê di vê mijarê de têkûz (yetkîn) e û red kir.
Serlêdana bi daxwaza ‘tedbîrê’ ya ji parêzerên Komaleya Hiqûqnasên Azadîxwaz Ramazan Demîr li dijî wehşeta bi rojan e li Cizîrê didome kiribû, hat redkirin. Serlêdana ji bo rakirina qedexe û operasyonên li navçeyê bên rawestandin, tedbîr jê re hat xwestin, piştî Tirkiyeyê têkîldarî xebata Dadgeha Makezagonî parastin kir, DMME îdîa kir ku Dadgeha Makezagonî di girtina biryara tedbîrê de têkûz e û red kir.