DKP/BOG-TKEP/L şehîdên Efrînê bi bîr anî

DKP/BOG-TKEP/L  şehîdên Efrînê Bayram Alî Denîz û Taylan Demîrcîoglu bi bîr anî û ev peyam da: ''Efrîn bi teqezî wê were paqijkirin; em ê faşîzma AKP-MHP'ê ya mêtinger hilweşînin''.

DKP/BÖG-TKEP/L daxuyaniyeke nivîskî da, şervanên Efrînê Bayram Alî Akdenîz û Taylan Demîrcîoglu ên ku şehîd bûbûn bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Di wê pêvajoyê de ku bi dagrikeriya dewleta dagirker û mêtinger a faşîst a T.C'ê ya li ser Efrînê re dest pê kirî, şoreşgerên enternasyonalîst ên Tevgera Şoreşger a  Tirkiyê ji bo ku li dijî vê dagirkeriyê bibêjin raweste û êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê pûç bike, bi rengê Hêzên Şoreşger rêxistiniya xwe kir û li dijî dagrikeriyê li eniyên Efrînê bi cih bû.''

DKP/BÖG-TKEP/L bi domdarî got, ''Hevrê Bayram Alî û Taylan li dijî artêşa T.C'ê ya dagirker, mêtingeriya faşîst bi çekên ferdî, bi biryardarî û vîna xwe berxwedaniyeke bêhempa nîşan dan û nîşeyeke ku neyê jibîrkirin li dîroka têkoşînê ya şoreş û sosyalîzmê danîn.''

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, ''Kûrahiya stratejîk a têkiliya ku bi Şoreşa Rojava re hatiye danîn, di dirûşma ''Bijî biratiya gelan, yekîtiya têkoşînê'' ya hevrê Bayram Alî û Taylan berbiçav bûye.

Efrîn bi teqezî wê ji dagirkeran were paqijkirin; bi teqezê em ê faşîzma mêtingeriya faşîst a AKP-MHP'ê hilweşînin.''