DKP/BOG: Hevrê Ûlaş hêzê dide şerê me

DKP/BOG şehîd Ûlaş Adali (Gokhan Taşyakan) bi bîr anî û got, “Hevrê Ûlaş Adali hêzê dide şerê me û rêya me ronî dike.”

Partiya Komunarên Şoreşger/Hêzên Azadiya Yekgirtî (DKP/BOG) delegasyona avakar a partiyê, endamê Komîteya Navendî û dendamê desteya rêveber a avakar Ûlaş Adali (Gokhan Taşyakan) di salvegera şehadeta wî de bi bîr anî.

Partiya Komunarên Şoreşger/Hêzên Azadiya Yekgirtî (DKP/BOG) got, “3 salên borî ji bo nirxên şoreşger ên mezin û ji xeta şerê şoreşger ê yekgirtî re bûye palpişt.

LI DÛ XWE MÎRATEYEKE BI RÛMET HIŞT

Bi şervaniya xwe ya berxwedêr, li ku derê dibe bila bibe ji bo şoreşgerî û pêşengbûnê bûye bangek. Li Çûkûrova, Enqere, Stenbol, Kobanê û qadên azad li hemû herêmên ku lê xebitiye, şopên mitewazî û kedeke kûr hiştiye. Ew wekî pêşengekî mînak ji refên me yên partiyê mîrateyeke bi rûmet hiştiye.

Adali li ser axa Kurdistanê navê xwe li ser alaya enternasyonalîzmê nivîsandiye. Duh li barîkatên Kadikoyê, di berxwedanên çîna karkeran de, di milîstiya şoreşgerî ya yekgirtî de, di nav hêzên gerîla de yên ku berxwedaneke dîrokî didomînin, li her gava li dijî zilmê hevrê Ûlaş Adali hêzê dide şerê me û rêya me ronî dike.”