'Diyariya Rohanî ji bo Kurdan tenê zilm û kuştine'

'Diyariya Rohanî ji bo Kurdan tenê zilm û kuştine'

Durutiya siyaseta serok komarê Îranê Hesen Rohanî ya li himber Kurdan, bû sedemê nerazîbûna  parlementerên Kurd yên dinava rijêmê bi xwede jî.

Nerazîbûnên li himber siyaseta serok komarê Îranê Hesen Rohanî ya li ser Kurdan her ku diçe zêde dibe. Yek ji parlementerên rijêmê yê bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistan binavê Umîd Kerîmyan, di parlemana Îranê de mafê axaftinê girt û nerazîbûna xwe lihimberî siyaseta Hesen Rohanî ya liser Kurdan anî ziman. Kerîmyanî di axaftina xwe ya li parlemenê de wiha got: “ Ew hemû gotin û sozên Hesen Rohanî di aliyê dadgeh û civakî de dabûn ne hatin bicîhanîn. Li heman demî de kuştina Kurdan ji aliyê hêzên çekdar yên Îranê ve zêde bûne.”

Kerîmyanî  di berdewama axaftina xwe ya li parlemanêde  berê xwe da Rohanî û wiha got: “ Ew tiştên ku Rohanî ji bo gelê Kurd diyarî kiriye, tenê Kuştin û zext liser Kurdan zêde kirine. Eger gotinên min ev qas giran, tûj û rexnegirin bizane ku dengê gel û Kurdane li himberî rijêma we. We ji berê hilbijartinan ji bo Kurdan soz dabû ku, di kabîneya nûde cih bê dayîn ji bo Kurdan û waliyê bajarê Sine kesekî Kurd be, lê we yek sozên xwe bi cîh neanî.”

Hêjayî bibîranînê ye, di dema hilbijartinên serok komarî yên Îranê de Hesen Rohanî hatibû bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, ji bo Kurdan soz da bû ku ger qezenç bike wê di nava kabîneya hikûmetê de cih bide Kurdan û wê ji bo bajarê Sine kesekî kurd ji bo walîtiyê erkdar bike. Li bajarê Urmiyê jî gotibû ku, ewê di xala 15. Ya destûrê de hinek guhertinan bike ji bo ku herkes bikare bi zimanê dayîkê perwerde bibîne. Lê piştî ku hat ser desthilatdariyê kuştinên liser sînor û bidarvekirinên li ser girtiyên siyasî yên Kurd di girtîgehên Îranê de roj biroj zêde bûn.