Diyaneta Tirk: Keçikên 9 salî dikarin bizewicin

Seroktiya Karê Diyanetê ya Tirk got, zarok dikarin bi mezinan re bizewicin.

Seroktiya Karê Diyanetê ya Tirk di malpera xwe ya fermî de pênaseyeke li ser mijara ‘balixbûnê’ û ‘mehr’ê kir û bi vê pênaseyê rê li ber îstîsmarkirina zarokên keçik vekir.

Diyananetê got li cem zarokên keçik temenê balixbûnê 9, li cem zarokên kurik jî 12 e û keçikên zarok di 9 saliya xwe de dikarin ‘ducanî’ bibin, zarokên kurik jî 12 saliya xwe dikarin bibin ‘bav’.

Diyaneta Tirk got ku têkiliyeke zayendî ya ‘ ne meşrû’ çêbibe zewac ferz e û diyar kir  zarok bêyî destûra dê û bavê xwe jî dikarin bizewicin.