Dîwarekî din yê şermê di navbera Efrîn û Kîlîsê de
Dîwarekî din yê şermê di navbera Efrîn û Kîlîsê de
Dîwarekî din yê şermê di navbera Efrîn û Kîlîsê de
Tirkiyeyê piştî dîwarê navbera Serêkaniyê-Ceylanpinarê û Nisêsbîn û Qamişlo niha jî di navbera Efrîn û Kilisê de dîwar lêdike.
Tirkiyeyê dest bi çêkirina dîwarekî nû yê di navbera Efrîn û Kilisê kir. Çêkirina dawîr li Nahiya Şera ya Efrînê li gundê Dîkmetaş û Îkîdam û li gundê Dogan Çay û Tahtali ya Kîlîsa Tirkiyeyê li herêma sînor ya qerekola Şîmşek dest bi çêkirinê kirin. Hat hînbûn ku heta niha 400 metre dîwar hatiye lêkirin.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê ku daye ANF’ê, artêşa tirk gelek leşker li sînor bi cih kirine û got ewlehiya leşkerên înşatê de dixebitin digirin.
Tirkiyeyê berê jî li Serêkariya û Nisêbîn û Qamişlo dîwar lêkiribû û vê rê bertekên mezin vekiribû. Gel bertek nîşanê dîwarê şermê dabû.
Armanca çêkirina dîwarên şermê eve ku yekitiya gelên Rojavayê Kurdistan û Bakur parçe bikin.