'Divê Swêd li dijî planên Tirkiyeyê yên dagirkeriyê raweste'

Partiya Çep a Swêdê gef û planên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Rojava xist rojeva parlamentê.

Partiya Çep a Swêdê, gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê xiste rojeva parlamentê.

Parlamenterê Partiya Çep û Berdevkê Polîtîkaya Derve Håkan Svennelig pêşnûmeyek pêşkêş kir û diyar kir, Tirkiye demeke dirêj e gefê li Kurdên li cîranê xwe dixwe.

Tirkiye ku korîdoreke ku alîkariyê ji rêxistina terorê DAÎŞ'ê re dike ava dike, bi saya hêzên Kurd çeteyên DAÎŞ'ê hatin têkbirin.

Svennelig got, "Bakurê Sûriyeyê û Rojava ku di kontrola Kurdan de ye niha bi gefên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê re rû bi rû ye. Ev planên wan bi zexteke mezin a enternasyonal dikarin bên rawestandin." Svennelig destnîşan kir ku Swêd ji ber vê yekê divê li dijî planên dagirkeriyê yên dewleta Tirk piştevaniya aştiyê bike.

Svennelig diyar kir ku pêwîstiya Rojhilata Navîn bi hîn bêhtir bi şer nîne û ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê pirsî ku ji bo astengkirina êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdên li Bakurê Sûriyeyê û Rojava wê bi însiyatîfekê tevbigere yan na.