'Divê Qirkirina 1915'an di pirtûkên dîrokê yên Swêdê de cih bigire'

Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Çep Hans Lînde diyar kir ku ji bo pêşî li rûdana komkujî û qirkirinên nû werin girtin divê qirkirinên di herikîna dîrokê de hatine kirin werin qebûlkirin û ji aliyê girseyên gel ve were zanîn.

Berdevkê Polîtîka Derve ya Partiya Çep Hans Lînde diyar kir ku ji bo pêşî li rûdana komkujî û qirkirinên nû werin girtin divê qirkirinên di herikîna dîrokê de hatine kirin werin qebûlkirin û ji aliyê girseyên gel ve were zanîn.

Lînde der barê qirkirina 1915'an a li hemberî gelên Ermenî, Asûrî-Suryanî û Rûmên Pontûs de ji ANF'ê re axivî.

Lînde diyar kir ku ti gumana wan nîne ku di sala 1915'an de qirkirin hatiye kirin û got, "Her tişt zelal e. Dîroknas di vê mijarê de hemfikir in. Ya ku dikeve ser milê me siyasetmedaran jî qebûlkirina gotinên dîroknasan e. Ji ber vê yekê Parlamenta Swêdê di sala 2010'an de biryara naskirina qirkirinê girt. Di vî warî de em gelekî zelal in. Kêm maye ku hikûmet vê biryarê bixe meriyetê."

Lînde da zanîn ku ji bo pêşîgirtina li qirkirinê nû girîng e qirkirinên qewimîne bên naskirin û bi dîrokê re rû bi rûbûn çêbibe û destnîşan kir ku pêwîste qirkirina 1915'an ji girseyên herî berfireh re were vegotin.

Lînde diyar kir ku ji bo vê yekê jî divê Parlamenta Swêdê qîma xwe bi tenê bi wergirtina biryara naskirina qirkirinê nîne, ji bo ev biryar xwe bigihîne girseyên berfireh, girîng e bikeve nava hewldanan.

PARTIYA ÇEP BANGA NASKIRINA QIRKRINÊ LI AKP'Ê KIR

Lînde got, "Ez dixwazim qirkirina di sala 1915'an de hat kirin di pirtûkên dîrokê yên li dibistanan de cih bigire. Çawa ku em beha qirkirinên li Kamboçya û Rûanda dikin, divê em behsa qirkirina 1915'an a li Ermenî û Asûriyan hatiye kirin jî, bikin." Lînde da xuyakirin ku weke Partiya Çep di vê mijarê de wan dest bi xebateke li ser pêşnûme qanûneke nû kirine.

Lînde ji bo pêşveçûna demokrasiya Tirkiyeyê bang li dewleta Tirk û desthilatdariya AKP'ê kir ku qirkirina 1915'an qebûl bikin.

...