'Gelê Kurd Terteleya Dersimê ti carî ji bîr nake'

KNK û FEDA'yê bi weîleya salvegera 81'ê ya Terteleya Dersimê daxuyanî dan û destnîşan kirin ku ji bo hesabê Terteleyê bê pirsîn divê Kurd vê qirkirinê di hiş û mejiyê xwe de bikolin û têkoşîna xwe ti carî sist nekin.

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya salvegera 81. a Terteleya Dersimê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Berî 81 salan, ji heft heyvî heta 70 salî Kurd li Dersimê hatin qirkirin. Komkujiyeke dilsoj, tenkîleke wêranker bi serê Dersim û Dersimiyan hate anîn. 4'ê Gulana 1937'an bi biryara fermî ya dewlet û hukûmeta Tirk, êrîşeke mezin ya leşkerî bi armanca ji navbirina xelkekî hate kirin. Dewlet û hikumeta Tirk bi kîn û nefreteke tolhildanî ji erd û esmanan êrîşî Dersimê kir. Bi hezaran Dêrsimî kuştin, hind jî birîndar û bi hezaran jî bi darê zorê dane koç kirin û bi rê ve telifandin."

'DIVÊ KURD TI CARÎ QIRKIRINA LI DERSIMÊ JI BÎR NEKE Û DI HIŞ Û BÎRA XWE DE BIKOLIN'

KNK'ê diyar kir ku qirkirin bi rengekî fermî bi biryara dewlet û hikumetê hate kirin û wiha dewam kir: "Tiştekî wisa li ti cihekî dinyayê nehatiye dîtin. Ya ku dewlet û hikumeta Tirk bi serê xelkê Kurd li Dersimê anî ti dewletan bi serê dijminên xwe yên herî dijwar jî ne anîne. Ji bilî komkujî, birîndarî û koçeke malwêranî navê Dersimê jî bi qanûneke taybetî hate guhertin û kirin Tuncelî. Dilê Kurdan ji ber wê jenosîda mezin bi kul e û ti caran ji bîr nakin. Divê ji bîr jî nekin. Kurd divê hem wê kiryarê hem jî kirdarên wê bûyerê ji bîr nekin. Di hiş û bîra xwe de adeta bikolin ku ti caran jê neçe."

Konseya Rêveber a KNK'ê jenosîda 4'ê Gulanê li xelkê Kurd ê li Dersimê hate kirin bi tundî şermezar kir û got, "Berpirsiyarên dewlet û hikumeta xwûnxwar çi dibêjin, polîtîka giştî çi encam bide ferq nake û ev hovîtiya li ser xelkê me hatiye kirin, rûpelekî reş yê dîroka bi xwîn ya dewlet û hukûmeta Tirk e. Di her bîranîna van rojên xembar û dilsoj da divê xelkê me, rêber, pêşeng û têkoşerên bizava neteweyî û welatî, hem hafizaya xwe ron û geş bigirin hem jî di doza hesab pirsîna ji dijminî de biryardêr bin, têkoşîna xwe sist û lawaz nekin."

FEDA: ME QIRKIRINA ELEWIYAN A HERÎ MEZIN JI BÎR NEKIR

Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) bi wesîleya Salvegera Qirkirina Dersimê daxuyaniyeke nivîskî da.

FEDA'yê diyar kir ku dewleta Tirk qirkirina ku weke 'çareseriya dawî' destpêkê li ser Ermeniyan test kir û piştre di duyemîn ê cîhanê de Hîtler li dijî Yahûdiyan bi kar anî, 4'ê Gulana 1937'an bi biryara Desteya Wezîran li Dersimê kete meriyetê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di vê pêvajoyê de ku faşîzma li cîhanê derket asta herî bilind, li Dersimê operasyona qirkirinê dest pê kir ku 2 zêdeyî du salan dewam bikira.

FEDA'yê bi bîr xist ku zêdeyî 70 hezar mirov bi gazê hatin kuştin û wiha dewam kir: "Ev yek Qirkirina Ermeniyan a herî mezin e ku ji bo 'bicihanîna otorîteya dewletê' hate kirin. Gotin ku wan Dersim qedandiye. Lê belê Dersim bû destanek li ser zimanan û bi Mehmet Tûnçan re veguherî rastiyeke ku ji nû ve derkete holê.

Dersim her wiha berxwedan e ku bi vê gotina Seyîd Riza şênber bûye: 'Min nekarîbû bi derew, dek û dolabên we bila ev yek ji bo min derd be, lê min serî li ber we netewand, bila ev jî ji bo we derd be'. Me komkujiya Dersimê ji bîr nekir."